Agirî – Tirba Ehmedê Xanî ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ye, ji kurdî bêpar e. Di tirbeya filozofê Kurd de bi zimanê Tirkî û Ingîlîzî tabelayên agahdariyê hene, lê di van tabelayan de zimanê kurdî tuneye.
Di tirbeya Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê ye, bi zimanê Tirkî û Ingîlîzî nivîsên agahdariyê hene, lê zimanê Kurdî ji vê yekê bêpar e. Tirba Ehmedê Xanî dikeve rojhilatê Qesra Îshaqpaşayê ya navçeya Bazîd a Agiriyê. Ehmedê Xanî di dîroka Kurdan de weke filozofek û zanyarekî tê naskirin û şexsiyetekî mezin ê Kurdan e. Lê di tabela û nivîsên tirbeya Ehmedê Xanî de ku di bin kontrola Muftutiya Bazîdê û Wezareta Çand û Geştiyariyê de ye, zimanê Kurdî nîne. Li gorî çavkaniyan heta niha pirtûkên Ehmedê Xanî yên orjînal ên bi zimanê Kurdî jî di tirbeyê de tunebûne û ev nêzî 8 meh in bi bertekan anîne û di tirbeyê de bi cih kirine.
Dîroka çêkirina Tirbeya Ehmedê Xanî nediyar e
Dîroka çêkirina tirbeya Ehmedê Xanî nediyar e, lê herî dawî di salên 90î de ji hêla gelê Bazîdê û Şaredariya Bazîdê ve mizgeftek li kêleka tirbeyê hatiye çêkirin. Di hindirê tirbeyê de gora Ehmedê Xanî û çend gorên bênav hene. Pirtûkên Ehmedê Xanî ku wergerî zimanê Tirkî kirine, di tirbeyê de hatine bi cih kirin û ev nêzî 8 meh in orjînalên pirtûkên wî jî danîne di tirbeyê de. Nivîsên di hindirê tirbeyê de jî tev bi zimanê Tirkî ne. Mîmariya mizgeftê û ya tirbeyê weke hev in û navê Ehmedê Xanî li mizgeftê hatiye kirin. Her wiha tabelaya tirbeyê û mizgeftê bi zimanê Kurdî û Tirkî hatiye nivîsîn, lê ji bilî vê yekê hema bibêje zimanê kurdî qet di tirbe û mizgeftê de nehatiye bikaranîn.
Yekemîn perwerde li cem bavê xwe hilgirtiye
Ehmedê Xanî, di sala 1651an de li Gundê Xanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye dinê û di sala 1707an de li navçeya Bazîd a Agiriyê jiyana xwe ji dest daye. Navê bavê Ehmedê Xanî Şêx Îlyas û navê dayika wî jî Gulnîgar bû. Ehmedê Xanî yekemîn waneyên xwe li cem bavê xwe Şêx Îlyas dîtiye û bavê wî waneyên fiqhê dane wî. Ehmedê Xanî, li medreseyên Mûradiyê, Ehlat, Bedlîs, Şam, Heleb û çend medreseyên Îranê şagirtî kiriye. Ehmedê Xanî derbarê felsefeya Yewnaniyan a Kevin, felsefeya Îslamê, stêrnasî, helbest, wêje û teknîka hunerê de xwedî zanebûnek mezin bû.
Ji bilî Kurdî, Erebî, Farisî û Osmanî jî dizanî
Ehmedê Xanî, di heman demê de zimannas û mamosteyekî jîr bû. Di hemû berhemên xwe de balê dikşîne li ser zimanê Kurdî û neteweya Kurd. Ew, agahiyên felsefeyî, olî û wêjeyî xweş hînbûye û di van mijaran de xwe pêş ve biriye. Her wiha di mijarên dîroka felsefeyê, dîroka ol’an, wêjeya Kurdî û floklora herêmê de zana bû û xwedî agahiyên berfireh bû. Ehmedê Xanî, ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Erebî, Farisî û Osmanî jî baş dizanî û di gelek helbestên xwe de bi her çar zimanan risteyên helbestê dinivîsî.
Ehmedê Xanî filozofekî welatparêz bû
Ehmedê Xanî hema bibêje di hemû berhem û gotinên xwe de balê dikşîne li ser nehevbûyîna Kurdan û dixwaze di nava Kurdan ne hişmendiya netewebûyînê pêşbikeve û bibin yek. Ehmedê Xanî filozof û zanyarekî welatparêz bû û ji parçebûyanî Kurdan a ji ber eşîrtiyê nerazî bû. Di gelek gotinên xwe de ji bo Kurd bibin yek û winda nebin, şîretan dike û yekemîn pirtûka ji bo zarokan “Nûbihara Biçûkan” dinivîse. Her wiha ev pirtûk yekemîn ferhenga Kurdî-Erebî ye jî. Ehmedê Xanî, ji bo zarok û ciwanên Kurdan bi zimanê Kurdî perwerde bike li navçeya Bazîdê medreseyekê ava dike û bi salan di vê medreseyê de di mijarên olî û zanistiyê de perwerdehiyê dide zarok û ciwanan. Ehmedê Xanî, yekemîn pirtûkên felsefe, stêrnas û erdnîgariyê bi zimanê Kurdî nivîsandine û yekemîn rewşenbîrê ku netewebûyîna Kurdan diparêze bû.
Ehmedê Xanî, berhemên weke Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê, Eqîdeya Îslamê, Fî Beyanî Erkanî Îslam, Erdê Xweda, Dîwana Helbestan û Şirên Filozofî nivîsandine. Ehmedê Xanî, ji bo hemû zanyarên Kurd bûye çavkaniyek û di dîroka Kurdan de cihekî gelekî taybet girtiye.