Tirkiye ku li pêşiya çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê wekî astengiye herî mezin tê nirxandin, niha jî hewil dide ku bi riya komên girêdayî xwe bi tevahî artêşa nû ya Suriyeyê bixe bin destê xwe. Çavkaniyan bi bîr xist ku Tirkiye bênavber dixwaze HSD çekên xwe danîne û endamên wê takekesî tev li artêşa Sûriyê bibin lê li aliyê din komên girêdayî xwe wekî tûmenên 76, 66 û 86an bi awayek bloq tev li artêşê kirine û xweseriya wan jî diparêze. Pisporan bi bîr xist ku Îranê bi salan ev rêbaz bikar aniye û Tirkiye jî niha heman rêbazê li Sûriyê bikar tîne û hewl dide bi rêya komên SMOyê dest danîne ser artêşa Sûriyeyê.
Li Sûriye ku piştî têkçûna rejîma Baasê kete pêvajoyek nû û nîşaqên jinûve sazkirinê berdewam dikin. Li Sûriyê ligel ku gelek alî hebin jî hêza esas kontrol li ser Ahmet el Şara ava kirî û pirsgirêka Sûriyê dixitimîne wekî Tirkiye derdikeve pêş. Tirkiye ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha bi armanca polîtîkayên Neo-Osmanî tevdigere. Bi têkçûna rejîma Baasê jî hewl dide bi temamî Sûriyê bike koloniya xwe. Ev helwesta Tirkiyeyê ji derve dibe sedema aksiyona Îsraîlê û di hundirê Sûriyê de jî dibe sedema bertekên Kurd, Durzî, Ermen, Asûrî û Ereban. Lê Tirkiye li aliyekê behsa serweriya Sûriyê dike û li aliyê din hewl dide dest danîne ser artêşa Sûriyê.
Armanca yekem bêstatû hiştina Kurdan a duyemîn desteserkirina Sûriyê ye
Li gorî pisporên siyaset û ewlehiyê polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyê li ser sê hêmanan dimeşe. Armanca yekemîn ew e ku Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike û Kurdan li Sûriyê bêstatu bihêle. Armanca duyemîn jî desteserkirina hemû dewlemendiyên Sûriyê û girêdayî vê yekê kolonîzekirina vî welatî ye. Armanca sêyemîn jî ew e ku bi riya kolonîzekirina Sûriyê li Rojhilata Navîn bibe hêzek hegemonîk e.
Tirkiye dixwaze bi riya komên SMOyê artêşa nû ya Sûriyê zeft bike
Wezareta Parastina ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 1ê Sibata 2025an de ragihand ku komên SMOyê tevli Artêşa Nû ya Sûriyê bûne. Lê li gorî pisporên European Union Agency for Asylum-Ajansa Îltîcayê ya Ewropayê (EUAA) dewleta Tirk komên girêdayî xwe bi awayek xweser dihêle. Li gorî ajansê piraniya komên Tirkiyeyê bi awayek bloq tev li Artêşa Nû ya Sûriyê hatine kirin û cih dide van agahiyan: “Her çiqas van koman tevlêbûna artêşa Sûriyê kiribin jî ev formalîteye ye. Li ser kaxezê tevlêbûn qebûl kirine lê di rastiyê de tev li Artêşa Hikûmeta Demkî nebûne.” Li gorî nûçeyê komên Tirkiyê wekî Tûmena 76emîn, Tûmena 66emîn û Tûmena 86emîn bi awayek bloq bi artêşa Sûriyeyê ve hatine girêdan.
‘Li ser kaxezê entegrebûne lê di rastiyê de bi serê xwe ne’
Ajans balê dikişîne ser entegrasyona van koman û balê dikişîne ser xweseriya wan. Di rapora ajansê de ev agahiyên balkêş cih digirin: “Her çiqas ji hêla van koman ve tevlêbûna Artêşa Nû ya Sûriyê hatibe qebûl kirin û li ser kaxezê ev yek hatibe îmzekirin jî rastî cuda ye. Tevahiya van koman xweseriya xwe ya aborî ya ewlehî û ya cografîk diparêzin. Di hîreraşiya wan de jî guherînek nîne.” Li gorî pisporên Tirkiye bi riya van koman hewil dide bibe xwediyê artêşa nû ya Sûriyê. Bi vê boneyê pisporên Sûriyê ji nêz ve dişopînin entegrasyona komên SMOyê ji tevlêbûna artêşê zêdetir wekî ji nûve bi nav kirinê pênase dikin.

Komên SMOyê ne ji hêla Hikûmeta Demkî ve ji hêla Tirkiyeyê ve tên rêvebirin
Çavkaniyên herêmî jî destnîşan dikin ku komên girêdayî Tirkiyeyê Artêşa Nû ya Sûriyeyê guhdar nakin û talîmatan ji wan nagirin. Li gorî çavkaniyan koordînasyonek ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatiye avakirin van koman bi rêve dibe û balkişandin ser van xalan: “Ev kom wekî hiyerarşîk ne girêdayî Artêşa Demkî ya Sûriyê ne. Girêdayî TSKê ne û telîmatên xwe jî ji wir digirin.” Çavkaniyên herêmî daxuyandin ku nav Artêşa Nû ya Sûriyeyê lê ji nîviyê zêdetir Artêşa Nû ya Tirkiyeyê ye.
Hêj valiyên Tirkiyeyê herêmên dagirkirî rêve dibin
Pispor balê dikişînin ser polîtîkayên Tirkiyê û desnîşan dikin ku ligel Tirkiye her roj banga serweriya Sûriyê dike jî hêj deverên dagirkirî ji hêla waliyên Tirkiyeyê ve tên rêvebirin. Pisporan hebûna bi dehan baregehên leşkerên Tirk di nav axa Sûriyê de û diyar dikin ku li Bakurê Helebê, Efrîn, Ezez, El Bab, Minbiç, Girê Spî û Serê Kaniyê tu bandora Hikûmeta Sûriyê nîne û ev dever bi temamî ji hêla Tirkiye û komên wê yên xweser ve tê meşandin.
Tirkiye rêbaza Îranê bikar tîne
Li gorî pisporên ewlehiyê Tirkiye li Sûriyê rêbaza Îranê bikar tîne. Li gorî pisporan Îran ji sala 1989an heta niha li Yemen, Iraq, Sûriye, Libnan û Filistînê hêzen girêdayî xwe avakirin û bi demê re ev hêz xistin nav artêşên van dewletan û bi awayek fîlîlî artêş bi dest xistin. Pispor dibêjin ku Tirkiye jî niha dixwaze komên girêdayî xwe yên tundiraw ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê bixe nav Artêşa Nû ya Sûriyê û bi awayek defakto artêşê bi xwe ve gire bide. Bi vê boneyê Tirkiye naxwaze ev kom xweseriya xwe winda bikin û wekî hêzên bloq diparêz e.
Tirkiye pêvajoya Rêveberiya Xweser û Şamê dixitimîne
Li Sûriyê mijarek herî girîng jî HSD ye. Di Adara 2025an de di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de peymanek hate çêkirin. Li gorî peymanê heta dawiya salê dê pêvajoya entegrasyonê pêk bihata. Ligel hevdîtinan û heta astekê li hevkirinê jî gavên pratîk ji hêla Şamê ve nehatiye avêtin. Li gorî pisporên siyasî û ewlehiyê sedema bingehîn a xitimînê Tirkiye ye. Pispor diyar dikin ku Tirkiye dixwaze entegrasyonê li gorî berjewendiyên xwe wekî tasfiyeyê bi cih bîne. Ji bo vê destûr nade Şam û Rêveberiya Xweser li hev bikin.
Gotinên Tirkiyeyê û kirinên wê hev nagirin
Pispor balê dikişînin ser nakokiyên Tirkiyê yên di warê entegrasyonê de û balê dikişînin ser van xalan: “Tirkiye gotina entegrasyonê ji bo komên girêdayî xwe wekî tevlêbûna xweser digire dest. Lê di heman demê de entegrasyonê ji bo HSD jî wekî tasfiyeye digire dest û dixwaze wiha pêk bîne. Ji berk u hemû cure hebûna kurdan ji xwe re wekî talûke dibîne û dixwaze kurdan bê statû bihêle. Li Sûriyê gotin û kirinên Tirkiyeyê cuda ne.”
Li Sûriyê ne arteşek heye ne jî tê avakirin
Li gorî gelek pisporan ji ber destwerdana Tirkiye-Qatar û Îsraîlê hêj artêşek ava nebûye û bi vê rewşê avabûna artêşekê ne mimkûn e. Pispor bi bîr dixin ku tevlêbûna komên SMOyê ji îdîayek wêdetir tu wateya wê nîn e. Pispor dibêjin ji xwe ev kom bên cem hev jî artêşek dernakeve holê û balê dikişînin ser van xalan: “Piraniya endamên van koman ji dîsîplîn, perwerdehî û terzê leşkerî dûr in. Kes hejmara van jî nizane.”













