• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê jinek hate kuştin

    Li Stenbolê jinek hate kuştin

    Li Westanê bo 4ê Nîsanê 77 şitil hatin danîn

    Li Westanê bo 4ê Nîsanê 77 şitil hatin danîn

    Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

    Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

    Rejîma Îranê du girtiyên din ên siyasî darve kir

    Rejîma Îranê du girtiyên din ên siyasî darve kir

    ANFê bi zaravayê Hewramî dest bi weşanê kir

    ANFê bi zaravayê Hewramî dest bi weşanê kir

    Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

    Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

4 NÎSAN 2026 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, çeteyên girêdayî Tirkiyeyê 4 sivîl revandin. Hate ragihandin ku sivîlên hatine girtin radestî îstîxbarata Tirkiyeyê hatine kirin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, sûcên li dijî mirovahiyê û revandina sivîlan bênavber berdewam dikin. Malbateke ji koçberên Serêkaniyê agahî da ku kurê wan Cuma Ehmed El Izo û 3 sivîlên din, dema ku çûne serdana bajarê xwe yê dagirkirî, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk e hatine revandin.

Nasnameya sivîlên hatine revandin

Li gorî agahiyên ku malbatan parve kirine, navên sivîlên hatine girtin wiha ne: Cuma Ehmed El Izo ku ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê, Mehmûd Hobo û kurê wî Welat Hobo yên ji Til Temirê û Ehmed Qasim El Ewed ê ji bajarê Serêkaniyê. Malbata El Izo diyar kir ku kurê wan û kesên pê re, dema nêzî gundê El Aliye yê Serêkaniyê bûne, ji aliyê çeteyan ve hatine astengkirin û girtin.

Radestî îstîxbarata Tirk kirin

Malbatê destnîşan kir ku çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” her çar sivîlên girtî radestî îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) kirine. Li gorî agahiyên dawî, ev sivîl ji sînor hatine derbaskirin û birine nava axa Tirkiyeyê. Heya niha tu agahî ji rewşa wan nayê girtin û malbatên wan di nava fikarekê de ne.

Binpêkirina qanûnên navneteweyî

Ev kiryarên dewleta Tirk û komên wê yên çete, li gorî qanûnên navneteweyî û bi taybetî li gorî Peymanên Cinêvê wekî sûcên şer tên pênasekirin. Li gorî hiqûqa navneteweyî, nabe ku welatiyên Sûriyeyê li ser axa xwe werin girtin û bibin welatekî din. Tevî van qanûnan, li herêmên dagirkirî yên wekî Serêkanî, Efrîn û Girê Spî, revandina sivîlan û radestkirina wan ji bo Tirkiyeyê veguheriye polîtîkayeke sîstematîk a dagirkeriyê.

Etîket: çeteyên dewleta Tirkrevandina sivîlanSerêkaniyêTil Temir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

1 NÎSAN 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

18 ADAR 2026
Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

16 ADAR 2026
Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

27 SIBAT 2026
Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    Kolanên Wanê di bin qirêjiyê de ne: Şaredarî karê xwe baş nakin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meşa Amarayê bi beşdariya hezaran dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi deh hezaran dimeşin Amarayê ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan Festîvala Amarayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Amara bi coşeke mezin bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê nivîskara Azadiya Welat jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo 77 saliya Abdullah Ocalan 77 meşale pêxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (171)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne