Ligel Peymana 29ê Çeleyê jî koçberên Serêkaniyê ji ber êrîş û wêrankariya komên çete û dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin ser axa xwe. Welatiyan anî ziman ku dixwazin bi awayek ewle vegerin ser axa xwe lê dagirkeriya Tirkiyeyê û êrişên komên çete vê yekê asteng dikin.
Ligel Peymana 29ê Çileyê jî vegera koçberên Serêkaniyê pêk nehayê. Hebûn û pêkanînên çeteyên girêdayî Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê vegera koçberan asteng dike. Welatiyên di encama zordariya komên çete û dagirkeriya Tirkiyeyê bi darê zorê koçber bûne, dixwazin ku dawî li êrişkariya çeteyan û dagirkeriya Tirkiyeyê bê. Koçberê bi navê Mihemed Sîno ku niha li Kampa Serêkaniyê dimîne, wiha got: “Mala me li bajarê Serêkaniyê ye û di wêneyên gihaştine ber destê me de, mal ji aliyê çeteyan ve bi temamî hatiye wêrankirin û malên me talan kirineb”
‘Dixwazin axa me bifiroşin’
Li ser êrişkariya Tirkiyeyê û çeteyên wê Sîno ev tişt gotin: “Çend kesên ku em nas nakin di mala me de bûn. Em dixwazin vegerin malên xwe û tu kes di malên me de nebe. Kesên ku di malên me de ne berî ku derkevin malên me bi temamî wêran dikin û tiştekî li ser hev nahêlin. Em dixwazin vegerin. 300 donim erdê min heye û çeteyan dest daniye ser û ji bo xwe diçînin. Niha jî dixwazin erdê min bifiroşin. Ne ez tenê ketime vê rewşê. Gelek malbatên koçber hene ku çeteyan dest daniye ser erdên wan û dibêjin dê bifiroşin. Em dixwazin ewle vegerin malên xwe. Di vê rewşê de em nikarin vegerin. Çend malbatên ku vegeriyan êrişî wan kirin û rehetî ji wan re nehiştin.”
‘Malên me rûxandine’
Welatiyê bi navê Feysel Mihemed ê li Kampa Serêkaniyê dimîne jî daxuyand ku malên wan hatine wêrankirin û ev tişt gotin: “Berê agahiya me pê nebû ku çi bi mal û milkên me kirine. Di vê demê de me agahî girtin ku mala min û malên hemû birayên min wêran kirine. Bi taybet mala min li pişt gaziya Roj bû û bi temamî rûxandine.” Mihemed diyar kir ku çeteyên dest daniye ser erdên wî û wiha pêde çûn: “Erdên min li gundê El Dibs in û belgeyên ku îsbat dikin ku min erd kiriye, bi min re ne. Niha çeteyan dest daniye ser erdên min, ji bo xwe diçînin û dixwazin bifiroşin. Me gelek zilm dît, di rewşa niha ya Serêkaniyê de em nikarin vegerin. Divê em bi komî û bi hêzên xwe yên Asayîşê re vegerin. Eger em vegeriyan û malên me xirabe ne û di destê çeteyan de bin, em ê li ku derê bimînin? Em dixwazin bi rûmet û ewle vegerin bajarê xwe.”
Koçberên ji Serêkaniyê di çarçevê Peymana 29`ê Çileyê de dixwazin bi komî û ewle vegerin warên xwe û aliyên têkildar mal û milkên wan radestî wan bikin.













