Tirkiyeyê bi balafirên şer ên SÎHAyê di êrîşa hewayî ya li dijî maleke li Kobanê de ji heman malbatê 2 kes kuştin.
Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk li bajarê Kobanê malek bombebaran kir. Li gorî nûçeya ANHAyê di encama êrişê de ji heman malbatê 2 kesên hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan. Navên wan wiha ne: Azad Elî Mehmûd û Narîman Silêman.
Dewleta Tirk di 28ê çile de jî bi balafireke bêmirov êrişî sivîlên li sûka bajarê Sirînê kiribû. Di êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. HSDê jî 28ê çile de daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî de di 2 rojên dawî de 14 welatî hatine kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.