Dewleta Tirk li gundê Hamara yê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bombe li depoya avê barand.
Li gorî nûçeya ANHAyê; balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li gundê Hemara yê başûrê bajarê Tirbespiyê depoya avê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê xesara madî çêbû.
Hate ragihandin ku depoya hatiye bombebarankirin çend kîlometreyan nêzî dibistana gund e, ji ber wê tirs di nav xwendekarên dibistanê de çêbûye.