Amed – TJAyê li navçeya Sûrê ya Amedê deklerasyona 8ê Adarê eşkere kir. TJAyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo me 8ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî. Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklerasyona 8ê Adarê aşkere kir. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî din av de gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Gelek jin bi cil û bergên Kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi Kurdî û Tirkî li ser “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” dinivîsî hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kurmancî yê Kurdî aktîvîsta TJAyê Ayşegul Ayaz û metna bi Tirkî jî aktîvîsta TJAyê Sebahat Tûncel xwend.

‘8ê Adarê li Kurdistanê bi berxwedanê tê pêşwazîkirin’
Ayşegul Ayaz diyar kir ku piştî ku li New Yorkê jinên karker ên li tekstîlê ku ji bo mafê heqdesta xwe ya wekhev li ber xwe dan di 8ê Adara 1857an de hatin qetilkirin, di enternasyonala duyemîn de 8ê Adarê weke rojaj inên kedkar hat îlankirin û wiha got: “Ji wê rojê heta îro li tevahiya cîhanê ligel daxwaza mafê wekhev ê jinan ê di kar de; li hember hemû newekhevî, tundî, tunehesibandin, mêtingerîyê ji bo mafê wekhevî, azadî û aştiyê li ber xwe dan û derketin qadan. 8ê Adarê bû dîroka ku jin daxwaza jiyaneke çawa dixwazin. Erdnîgariya Kurdistanê her sal bi berfirehkirin û kûrkirina berxwedanê 8ê Adarê pêşwazî dike.
‘Têkoşîna jinan sînoran derbas dike’
Di 8ê Adara îsal de jî em ê ne tenê weke rojeke bîranînê pêşwazî bikin her wiha em ê xeleka berxwedanê mezintir û bi hêztir dikin. Rastiya ku jin îro pê re rû bi rû dimînin, rejîmek êrîşkar a rêxistinkirî ye ku sînorên welatên takekesî derbas dike. Her çiqas ku ev rejîm hiş, beden, ked, deng û îradeya jinan hedef digire jî, bersiva jinan xetek berxwedanê ya dîrokî û gerdûnîye ku sînorên herêmî derbas dike.”
‘8ê Adarê ji bo têkoşînê bangeke dîrokî ye’
Ayşegul Ayazê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: Çaryeka yekem a sedsala 21an berê dîrokek nivîsandiye ku tê de ev xeta berxwedanê tûj bûye û nakokiyên di navbera modernîteya kapîtalîst û hêzên komunal ên demokratîk de heta radeya xweya herî mezin kûr bûne. Di serê sedsala 21emîn de ku ev xeta berxwedanê her diçe dijwartir dibe û nakokiyên modernîteya kapîtalîst û hêzên demokratîk ên komunal kûrtir dibin, ji niha ve nivîsîye.
Îro ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman deme de ji bo berxwedan, hevgirtin û têkoşîna wekheviyê bangeke dîrokî ye. Îro roj roja bilindkirina dengê bi mîlyonan jinên ku keda wan nayê dîtin, taciz û tecawiza li ser wan hatî normalîzekirin, jiyana wan tê kontrolkirin, mehkûmî newekheviyê hatî kirin û her bi tundî û komkujiyan re rû bi rû mayî ne û li dijî vê yekê xwe bi rêxistin kirine.”
‘Kesên herî nêzî wan jinan qetil dikin’
Ayşegul Ayazê da zanîn ku jin hîn jî li malê, li kar, li kolanan, li zanîngehan, li kargehan û li zeviyan bi cureyên tundiyê yên cûr cbi cûr re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundiya fizîkî, zexta psîkolojîk, girêdayîbûna aborî, bêewlehî û polîtîkayên bêcezatiyê mafê jinan ê jiyan, azadî û rûmetê hedef digirin. Tundiya sîstematîk ku li ser her jinekê bitevahî tê kirin, ji hêla kesên ku armanc dikin newekheviyê ji nû ve têxin meriyetê û pergalekê ku jin tê de teslîm bibin ava bikin û bidomînin, biberdewamî wekî amûra mutleq a pergalê dimeriyetê de tê hiştin. Jixwe encamên qeydên fermî jî nîşanî me didin ku di sala 2024an de herî kêm 394 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, bi sedan jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine û di sala 2025an de di navbera 391 û 420an de jin hatine kuştin. Jixwe dema berê xwe didin van daneyan jî em dibînin ku jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve kesê weke bav, bira, hevjîn, kur, hevjinê berê, dergistî û hwd ve tên qetilkirin. Tundiya heyî ne tenê wekqetilkirinê her wiha rastî cureyên tundiya psîkolojîk, êrîşên fizîkî, tundiya tacizê, tundiya gefxwarinê û hwd jî tên.”
Dema em bala xwe didinê ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê, di heman demê de daneyên ji çar aliyên cîhanê jî dişibin hev nîşan didin ku tundiya li ser jinan êrîşeke sîstematîk e. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê di her 10 deqîqeyan de jinek an zarokeke keç ji aliyê zilamekî herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ev yek, careke din îspat dike ku tundiya li ser jinan ne bûyerek tenê ye, berhema pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêrane. Armanc ew e ku jinan bi rêya newekheviya zayendî, çanda bêcezatiyê û polîtîkayên ku qadên jiyanê yên wan sînordar dikin, bifetisînin.
‘Êriş sîstematîk in’
Feraseta pergala kapîtalîst, ku keda jinan hem wekîçavkaniyek erzan a bêdawî dibîne, bi xebitandina jinan bi mûçeyên kêmtir, mehkûmkirina wan a bikarên ne ewle, nexuyakirina karê lênêrînê û bêberdêl di bin navê ‘berpirsiyariya xwezayî’ de, xwe didomîne, bi vî rengî îstismara jinan kûrtir dike û barê krîzan diavêje ser milên jinan. Ne tesaduf e ku keda jinan tekerên vê pergalê dizivirîne, lê ew ji mekanîzmayên biryardanê têne dûrxistin; ev êrîşek sîstematîk e.
Em dizanin ku: newekhevî ne çarenûs e. Tunehesibandin û istismarkirin ne qanûnek xwezayê ye. Em jin ji bo guhertina vê pergala komkujî û îstismara li ser jinan, têdikoşin. Ji bo pirsên çi bikin, çawa bijîn û ji ku dest pê bikin, em bersiv didin ku divê em ji bo azadiya xwe xwebirêxistin bikin û bi avakirina sîstema komunal a rizgariya jinan têbikoşin.
Şer ne tenê li meydanên şer tê kirin. Şer di laş, kedû jiyana jinan de tê kirin. Şerên çekdarî jinan ber bi koçberiya bi darê zorê, xizanî û bêewlehiyê ve dibin. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku 8ê Adarê di heman demê de dengê herî xurt ê aştiyê li dijî polîtîkayên şer e.”
‘Komeke kûjerên kastîk êrişî jinan dikin’
Ayşegul Ayazê destnîşan kir ku li dijî kuştina jinan xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Têkoşîna rizgariya jinan a ku îro li çar aliyê cîhanê mezin dibe, rastiyekî eşkere dike: pergala ku ji hêla mêran ve serdest e, ne tenê bi rêya zordariyê, diheman demê de bi rêya îstîsmara rêxistinkirî û torên sûc, li dijî jin, zarok û mirovahiyê di asteke herî qirêj de, sûcan dike. Me ev yek di doza Epstein de jî dît ku bedena jinan ji aliyê têkiliyên di navbera hêzên kurewî de jî hatiye bikaranîn. Ev ne tenê skandalek e; ev eşkerekirina tundiya sazûmanî ya li dijî jinan e ku ji hêla komeke kujerên kastîk e. Kujerê kastîk ku bi hezaran salan tundiya li ser jinan organîze kiriye, îro jî bi şik û şêweyên nû xwe didomîne, tundiyê wekî çekek bihêz bikar tîne da ku civakan bi rêya jinan kontrol bike.
Heman zîhniyet li Afganistanê bi rêya qanûnan hewldide nefesa jinan, deng û hebûna wan tune bike; li Îran û Rojhilat lêgerîna azadiyê ya jinan rastî tundiya eşkere tê; têkoşîna azadiya jinan li Rojava û Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ û çeteyên mîna wan ve ji bo talankirinê tê hedefgirtin û li Venezuelayê, revandin li ber çavên cîhanê tên kirin. Ev yek careke din nîşanî me dike ku îradeya gel di bin gefek mezin de ye. Yanî pergala serdest a mêran li deverên cuda yên cîhanê, di bin maskên cuda de, tundîya xwe li dijî jinan didomîne. Lê tiştê ku li hember vê tarîtiyê mezin dibe ne teslîmbûn e; berxwedana jinan a li seran serê cîhanê ye. Û di vê 8ê Adara îsal de jî em tev bi hev re di dem û pêvajoyeke girîng de derbas dibin.”
‘Li Rojava modela jiyaneke demokratîk hedef tê girtin’
Ayşegul Ayaz got ku “Em berxwedana Rojava bi ruhê yekitiyê diparêzin” û wiha domand: “Di vê çarçoveya kurewî de, em 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi berxwedana ku li hember êrîşên li ser Şoreşa Rojava ya Jinan bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi ruhê Yekîtiya Neteweyî ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk a ku têl bi têl tê hunandin, pêşwazî dikin. Li Rojava, rastiyeke ku bi temsîlkirina jiyaneke demokratîk û azad, deriyekî nû ji tevahiya cîhanê re vekiriye, jin hem di pêvajoya şoreşgerî de û hem jî di parastina vê şoreşê de rêya jiyaneke azad vedikin. Rojava wekî qadeke berxwedanê tê parastin ku jin ne tenê lê xwepêşandanan dikin, diheman demê de jiyanê ji nû ve ava dikin. Modela jiyana demokratîk a ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û hişmediya serdestiya mêran qebûl nake, tê hedefgirtin. Lê her êrîşek, berevajî bendewariyên serdestan, berxwedanê geştir dike. Heta îradeya ku bi keziyan derdikeve holê jî vê yekê nîşan dide: berxwedana jinan carnan bîra kolektîf a civakê di sembolekê de, carinan bi peyvekê, carinan jî di bedenekê de şiyar dike.
Yekîtî berxwedanê xurt dike
Divê ew rihê yekîtiya neteweyî ku piştî êrîşên li ser Rojava li Kurdistanê derketiye holê jî wekî berdewamiya dîrokî ya vê hişmendî û berxwedanê were dîtin. Ji ber ku jin pir baş dizanin: parçebûn îradeyê dişkîne, yekîtî berxwedanê xurt dike. Nîşandana hevgirtinê ya vê dawiyê ne tene reflekseke siyasî ye; ew di heman demê de rêbazeke pêwîst a parastina jiyanê ye. Me dît ku ev yekitî di dema pêşengtiya deskeftiyên jinan de digihêje wateya xwe û armanca van êrîşan a bingehîn jî tunekirina paradigmaya jinan bû. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinan bû li hemû deverên cîhanê gel rabû li ser pêyan û parastina Rojava kirin. Rojava ji bo hemû jinan jiyaneke azad pêşkêş dike û parastina vê jiyanê bûye berpirsiyariya hemû jinan. Dema ku çandeke berxwedanê bi wêrekiya jiyana hevbeş di nav cudahîyan de were hunandin, wê demê azadiya civakî jî tê avakirin. Tam ji ber vê yekê jî Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê cîhanê yên ku lêgerîna wan ji bo azadiyê heyî xwedî lê derketin. Vê yekê jî nîşanî me da ku Şoreşa Rojava ne tenê wek piştgirî ji bilî wê, bû kirdeya şoreşê û her wiha tevgera şoreşê ya sedsala 21emîn a herî mezin û navê xwe li rûpelên dîrokê nivisî.”
‘Bi civaka demokratîk aştiyê ava dikin’
Ayşegul Ayaz bi lêv kir ku bi civaka demokratîk aştiyê ava dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê zêdebûna êrîşên nijadperest, netewperest û yekperest ên vê dawiyê li herêmê û cîhanê ne tene îradeya jiyana bi hev re ya gelan, lê di heman deme de paradîgmaya neteweya demokratîk a ku azadiya jinan diparêze jî hedef girtiye. Ji ber ku ev paradîgma li dijî pergala mêrsalar û li dijî aqlê desthilatdariyê ava dike; navnîşana wekhevî, pirrengî û jiyaneke azad datîne holê. Êrîşên li ser neteweya demokratîk û gotinên wek ‘biratiya gelan hilweşiya’ ango êrîşên îdeolojîk û polîtîk di bingehaxwe de yên li ser jiyana ku jinan bi berxwedanê avakirine. Her wiha tirsa li hemberî modela jiyana azad e.
‘Gavên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû jinan deriyekî dîrokî ye’
Em weke TJAyê li hember van êrîşan, li dora perspektîfa neteweyek demokratîk ku hemû nasname bi îradeya xwe ya azad bi hev re dijîn, hîn xurttir dibin yek; em bi berxwedanê îradeya jiyaneke hevpar a li ser bingeha azadiya jinan diparêzin. Li ser vê axa qedîm û di vê dema ku dixwazin pirrengiya nasnameyan bi hev bê tunekirin de, bigavên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê sibatê de pêvajoyeke aştî û azadiya civaka demokratîk avêt, ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo hemû civakên ku di navbera çerxa moderniteya kapîtalîst de mayî û ji bo hemû jinan weke deriyekî dîrokî ye. Em vê bangewaziyê wekî bangek ji bo veguherandina ezmûna bi berxwedanê hatî bidestxistin, ji bo hêzekdamezrîner a civakek demokratîk dibînin û lê xwedî derdikevin.
Em jinên ku di têkoşîna civakîbûna aştiyê de rolekepêşeng girtine ser milê xwe, em ê îro jî wekî duh li meydanan ji bo serkeftina vê pêvajoyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi civakeke demokratîk ve were avakirin, em ê li qadan bin. Ji ber ku em jin dizanin ku bêyî misogerkirina azadiya jinan ti aştî namîne û civakeke demokratîk tenê bi berxwedana rêxistinkirîya jinan dikare bi rastî pêk were.”
‘Em bi zanyariya xwe ya dîrokî jiyanê diparêzin’
Ayşegul Ayazê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bi zanyariya xwe ya dîrokî jiyanê diparêzin. Tiştê ku em xeyal dikin sîstemeke jiyanê ye ku awayekî fîzîkî girtiye. Ev pergal pergaleke ku jiyana bi hezaran salane binpêkirina jinan vediguherîne îradeyake azad, dijberên feraseta civakî tevan yek bi yek hildiweşîne.
Bingeha wê fikrê ku jiyanek mimkun e ku tê de bawerî, nasname û ramanên cûda bi hev re bijîn û hemû qadên girîng ên ku ji ber tundî û zorê ya modernîteya kapîtalîst wêran bûne werin azadkirin, di nirxên ku bîra kolektîf a jinan ji rabirdûyê hildigire de ye.
Em jin, wekî damezrînerên jiyana hevbeş û pêşengên jiyana azad, bi berxwedana xwe û biavakirina sîstema ku em diparêzin, bi hêza xwe ji nirxên xwe yên dîrokî digirin û jiyana koledar a ku îro li ser me hatiye ferz kirin red dikin. Em qeraxên çemên Dîcle û Firatê ku jinan hezar sal berê komunên xwe li wir ava kirine, bi berxwedana xwe ji nû ve ava bikin û em bi rêya îdeolojî û pratika azadiya rizgariya jinan, rêya azadiyê vedikin. Em biparastina xwe ya li dijî kuştina jinan li eniyeke ji berê bihêztir bi pêş ve diçin û em bi parastina xwe ya jinan têdikoşin ku her cûre êrîşên li dijî jin û xwezayê ji holê rakin.
‘Bi şoreşa jinan dê hemû civak azad bibe’
Em di wê baweriyê de ne ku bi şoreşa ku di şexsê jinan de pêk were de wê hemû civak azad bibe. Birêhevalên xwe yên mêr yên ku îdda û pratikan wanya ji bo jiyaneke azad heye re em vê ywkê pêkbînin. Em di avakirina hevjiyaneke azad de guherîn û veguherîna mêran a di nav pergala heyî de weke pêngaveke şoreş a herî mezin dibînin. Bi rastî, em dizanin ku jiyaneke li ser bingeha prensîbên wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk, ku azadiyajin û civakê dide pêşiyê, tenê dikare bi jiyaneke sosyalîst, jiyaneke komunal ku ji hêla jinên azad û mêrên azad ve hatiye damezrandin, pêk were.
Pêşeroja zarok, jin û xwezayê tenê bi avakirinaavahiyên bê desthilatdarî gengaz dibe. Ev bang ji bo hemû jinên cîhanê ye! Divê em li dora Konfederalizma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrîşên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin. Êşa me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Niha, berpirsiyariya dîrokî li ser milê her yekî ji me ye ku em van veguherînin avakirina jiyaneke nû ya bi hev re.
Me di van salên dawiyê de careke din ev rihêtêkoşînê yê hevpar dît ku felsefeya Jin Jiyan Azadî li çar aliyê cîhanê deng veda. Jinên li çar aliyê cîhanê, bi yek dengî, li dijî pergala serdest a mêran daketin kolanan û bi yek dengî ‘Jin Jiyan Azadî’ qîr kirin. Ji ber ku ev felsefe bûye ruhê têkoşîna ku bi dehan salan wekî felsefeya azadiya jinan hatiye avakirin.
Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrîşên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me. Ji bo me 8ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî. Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin û em 8ê Adarê ya her jinekê bi coşek mezinpîroz dikin. Bijî Berxwedana Jinan! Jin Jiyan Azadî.”
Jinan di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.














