• Nûçeyên Herî Dawî
TJA: Divê ewil Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

TJA: Divê ewil Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

31 GULAN 2025 - 19:17
Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

2 HEZÎRAN 2025 - 15:36
104 rojan dîl girtin û berdan

104 rojan dîl girtin û berdan

2 HEZÎRAN 2025 - 15:03
Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

2 HEZÎRAN 2025 - 14:30
Zeynep Celaliyan: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe azadiya me

Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin

2 HEZÎRAN 2025 - 13:03
Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

2 HEZÎRAN 2025 - 12:57
Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

2 HEZÎRAN 2025 - 11:11
Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

2 HEZÎRAN 2025 - 10:52
Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

2 HEZÎRAN 2025 - 09:05
Beştaş: Divê ‘Mafê Hêviyê’ demildest bê pêkanîn

Beştaş: Divê ‘Mafê Hêviyê’ demildest bê pêkanîn

2 HEZÎRAN 2025 - 08:15
Dr. Ala Nûrî: Banga birêz Ocalan bi bandor e

Dr. Ala Nûrî: Banga birêz Ocalan bi bandor e

2 HEZÎRAN 2025 - 08:11
Li vî gundî çanda hezar û 500 salî zindî ye

Li vî gundî çanda hezar û 500 salî zindî ye

2 HEZÎRAN 2025 - 08:10
ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

2 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

1 HEZÎRAN 2025 - 21:59
DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

1 HEZÎRAN 2025 - 15:56
Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

1 HEZÎRAN 2025 - 14:29
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

    Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

    Martîn Schirdewan çû serdana Kampa Roj

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Divê ewil Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

Amed / AW

31 GULAN 2025 - 19:17
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJAyê bi tevlibûna hezaran jinan bi dirûşma “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” li Amedê meşek li dar xist.
Aktîvîsta TJAyê Hatîce Şahîn a piştî meşê axivî, got ku “Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibin yek” û destnîşan kir ku divê demildest muzakerevanê sereke yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Tevgera Jinen Azad (TJA) bi dirûşma “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” ji Parka Şemsê Allak a li kêleka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê meşiyan. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, pêkhateyên TJAyê, Meclisên Jinan ên CHPê û ESPê di nav de gelek jin tev li meşê bûn. Bi hezaran jinên ku ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin li parkê gihiştin hev û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî, Azad bike Rêbertî” , “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin. Jinan pankartên “Ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin”, “Pêdiviya me bi aştiyê heye” û dowîzên “Em di bingeha siyasî û hiqûqî de israr in”, “Aştî jiyan e”, “Zimanê jinan zimanê aştiyê ye”, “Azadî û aştî xwezaya jinê ye”, “Aştî bi jinan pêkan e”, “Em di aştiyê de israr dikin”, “Seba komelêko azad ma cinî rayîr şinê”, “Edî ji şerî re bes e“, “Aştiya civakî bi jinan pêkan e”, “Jin tovê azadiyê diçînin” û alên TJAyê û nivîsa “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî hilgirtin. Jinan li parkê stran gotin û govend gerandin. Jinan di tevahiya meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî tekoşîna jinan” “Li hemberî şer, li hemberî mêrê serdest û ji bo aştiyê em li vir in” berz kirin û lîlandin. Li ser navê jinên ku gihiştin ber Mizgefta Mezin aktîvîsta TJAyê Hatîce Şahîn axivî.

Hatîce Şahîn diyar kir ku weke TJAyê bi dirûşma “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk”, bi beşdariya jinên ji ziman, nasname û baweriyên cuda û pêkhateyên jinan ên partiyên siyasî, dayikên aştiyê, jinên femînîst, rêxistinên jinan, platform û jinên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşin.

‘Bi banga Birêz Ocalan modeleke nû ya jiyanê pêşkeşî jinan û gelên cîhanê hate kirin’

Hatîce Şahîn bi lêv kir ku desthilatên mêrperest û kapîtalîst ji bo derbaskirina krîzên pirhejmar ku li hemû cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn derxistine holê, şerê parvekirinê dane destpêkirin û wiha got: “Ev şer hatiye asteke wisa ku em dikarin weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase bikin. Hewldanên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi nêzîkatiya netew-dewletê ya yekperest, zayendperest, neteweperest, mîlîtarîst berdewam dikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan a ku wî di 27ê Sibatê de aşkera kir, modeleke nû ya jiyanê pêşkêşî jin û gelên cîhanê bi taybetî gelên Rojhilata Navîn kiriye.”

‘Em ê li dora banga Aştî û Civaka Demokratîk bibin yek’

Hatîce Şahîn bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Bi banga Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd rêyeke nû hat vekirin. Piştî bangawaziyê, PKKê 12emîn Kongreya xwe li dar xist, di kongreya xwe de biryar girtin ku guhertineke radîkal temsîl dikin û ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku wan dawî li dema têkoşîna çekdarî anîne. Li hemberî van geşedanên dîrokî yên ku bi banga 27ê Sibatê pêk hatin, em jin em ê bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî vê bangê biparêzin. Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibin yek û bibin hêza pêşeng ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe, em ê di pêvajoya aştiyê de ezmûnên xwe bi cih bînin. Em ê vê pêvajoyê ji rehm û yekdestdariya zihniyeta serdest a mêrperest re nehêlin. Em ê destûrê nedin ku ev pêvajo bi operasyonên rêveberiya feraseta medyaya mêrperest, zayendperest û şerxwaz winda bibe.”

‘Jinan li ser van axan berdelên herî giran dan’

Hatîce Şahîn destnîşan kir ku wan weke jinan di şerên desthilatdarên mêrperest ên li ser van xakan de berdêlên herî giran dan û wiha pê de çû: “Weke Tevgera Jinên Kurd, têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan ku bi salan e me bi Tevgera Jinên Tirkiyeyê re mil bi mil meşand, her wiha li dijî şerên desthilatdariyên mêrperest jî tê meşandin. Êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên Kurd tên meşandin, belavkirina van polîtîkayan li tevahiya Tirkiyeyê ji vê polîtîkaya şer ne cuda ye. Êrişên li ser zimanê dayikê û çandê êrişên li dijî civakbûna jinan û li dijî nirxên jiyana adil û wekhev in ku ev nirx bi hezaran salan berê ji aliyê jinan ve hatine afirandin. Dema ku tê xwestin ku heqîqeta jinên Kurd di nava qirkirinê de were afirandin, helbet ya ku berxwedanê dide destpêkirin û wate dide berxwedanê û me digihîne heqîqeta xwe; parastina çand, ziman û dîroka me bû. Daxwaza me ya aştiyê îro li ser esasê parastina van nirxan e. Ger aştî bi zimanê dayikê û bi çanda civakî bê avakirin dê watedar be. Li ser maseya aştiyê bi kirdewariya jinan re dê têkoşîna azadiyê ya jinan were kirin.”

‘Mûxatabiya birêz Abdullah Ocalan rêya çareseriyê nîşan da’

Hatîce Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku careke din aştî weke rêya çareseriyê nîşan kir, ji hêla me ve jî vê yekîtiyê hildigire ser milê xwe.

Em tu carî di qonaxa bendewar de neman û em ê nemînin jî. Em li benda gavavêtina hêza dewlet-siyasetê namînin. Pêwîst e pêvajo li ser zemîna parlamentoyê bi rêkûpêkiyên qanûnî yên pêwîst bê meşandin. Divê jin di her asta vê pêvajoyê de, di her komîsyonê de ku dê bê avakirin, di her komxebatê de weke kirde cih bigirin. Lewre zimanê jinan zimanê aştiyê ye. Civaka ku jin xeyal dikin; ji bo jinan, mêran, zarokan, ciwanan, extiyar û hemû zindiyan jiyana wekhev dihewîne.

Civaka Demokratîk civaka jinan e

Civaka Demokratîk civaka jinan e. Tevahiya destkeftiyên jinan e ku wan bi ked û berdêlên mezin bi dest xistine. Civakek e ku li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan têdikoşe. Civakek e ku keda jinan tê de nayê paşguhkirin, jin dibin mijara qadên hilberînê û wekheviya zayendî bingeh e. Civakek e ku tê de ziman, çand û baweriyên cuda bi azadî û wekhevî bi hev re dijîn. Civaka Demokratîk civaka gelan û jinan e.

Em tu carî dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe bernedin

Em ê tu carî dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe bernedin ku em bi salan e ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo azadiya jinên hemû neteweyan dimeşînin, bi avakirina aştiyeke bi rûmet û civakeke demokratîk a ku piştgiriya azadiya jinan dike, di civakeke demokratîk de bi awayekî azad û wekhev bijîn. Tevgera me bi vê têgihiştinê bi awayekî herêmî û gerdûnî li dijî hîyerarşî û serdestiya pergala netewe-dewletê ya li cîhanêtêkoşîna demokrasiyê, li dijî qirkirina jinan têkoşînaazadîxwaziyê, li dijî werankirina ekolojiyê têkoşîna azadiya xwezayê ava kiriye. Taybetmendiya wê ya navneteweyî jî dê maseya aştiyê xurt bike û çareseriyê pêk bîne.

Pêvajoya aştiyê dê pêvajoyeke nû ya hiqûqî bi xwe re bîne

Pêvajoya aştî û muzakereyê bi awayekî xwezayî dê pêvajoyeke nû ya hiqûqî bi xwe re bîne. Bi awayekî qanûnî naskirina gelê Kurd, Elewî û beşên civakî yên ku nasnameya wan hatiye paşguhkirin û wekheviya hiqûqî ji bo mayîndebûna pêvajoya aştiyê prensîbên pêwîst in. Ji bo rûbirûbûna êşên berê avakirina komîsyonan girîng e. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya nû de divê hemû rêgezên qanûnî ji hêmanên zayendperest, neteweperest, olî û mîlîtarîst bên paqijkirin û li ser esasê wekheviya zayendî û feraseta azadiya jinan bê avakirin. Weke kesên ku ji roja ewil ve ev berpirsyarî girtine ser milê xwe, em bang li hemû desthilatdarî û pêkhateyên civakî dikin ku berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiyê bi cih bînin û beşdarîtêkoşîna aştiyê bibin.

Em weke TJA dibêjin;

Divê demildest azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dayîn. Ji bo aştiya civakî divê şert û mercên xebatê yên azad bên afirandin.

Divê komîsyona ku dê di bin banê Meclisê de bê avakirin, jinan wek kirde bibîne û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebatên bi bandor bimeşîne.

Divê hebûn, nasname, çand û zimanê gelê Kurd bi destûra bingehîn were misogerkirin.

Divê zimanê mêrperest, zayendperest, neteweperest û mîlîtarîst bê berdan û zimanê hevpar ê aştiyê bê afirandin.

Divê di bin banê Meclisê de vesazkirinên qanûnî bên kirin ku pêşî li tundî û qetlîamên li ser jinan bê girtin. Divê di vê pêvajoyê de êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan bên nîqaşkirin û ji bo bidawîkirina van êrişan xebat bên destpêkirin.

Em ê qebûl nekin ku hilbijartiyên ku bi îradeya gel li ser esasê demokrasiyê hatine hilbijartin, ji peywirên xwe bên dûrxistin. Divê qeyûmên ku encama siyaseta şer in, demildest bên vegerandin. Şaredariyên Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Xelfetî, Wan, Sêrt, Miks, Kaxizman û Akdenîzê ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dihatin birêvebirin, divê demildest radestî jinan bên kirin. Bijî Têkoşîna Jinan! Jin Jiyan Azadî!”

Jinan piştî axaftina Hatîce Şahînê dirûşma “Jin jiyan azadî” berzkirin.

‘Ji bo ku ji polîtîkayên şer re bêjin na hatin Amedê’

Dû re Endama Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Selîn Top axivî. Selîn Top diyar kir ku ji bo ku ji polîtîkayên şer re bêjin na hatin Amedê û wiha got: “Gelek jin ji bo bêjin pêdiviya me bi aştiyê heye hatin bahev. Ji ber ku şer sermayeyê mezin dike mêran xurt dike. Bedena jinan dibe amûrê ku were kontrolkirin. Êdî bes e. Dewlet behsa xwişk û biratiyê dike. Em ji dewletê dipirsin; gelo gelê kurd dê bibin hemwelatiyên wekhev? PKK hate fesixkirin, dê dewlet gavê biavêje? Ji bo ku ev pêvajo bimeşe bila TMK were rakirin, girtiyên nexweş bên berdan, operasyonên derveyî sînor bên rawestandin, qeyûm bên vegerandin. Em ê cîhaneke azad û wekhev bi hev re ava bikin.”

‘Ji bo aştiyê bi awayekî xurt biqîrin hatin bahev’

Herî dawî Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo aştiyê bi awayekî xurt biqîrin hatin bahev û wiha got: “Îro jin ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji çar aliyên cîhanê bi awayekî erênî bersiva banga birêz Abdullah Ocalan dan. Şer tundî ye, em jin di şeran de herî zêde eziyetê dikişînin, me jinan tu caran ev polîtîka qebûl nekirin û em ê qebûl nekin. Em jin dê teqez li ser vê axê aştiyê ava bikin.

‘Em li ser vê axê aştiyê dixwazin’

Divê jin bibin bingeha komîsyona ku dê li Meclisê were ava kirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk em amade ne ku hêza xwe seferber bikin. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bikare bixebite. Di serdana dawî de birêz Abdullah Ocalan ji herkesên ku ji bo aştî û civakeke demokratîk re dixebitin silav şandin. Em ji vir ji qada Amedê bi hev re silavên xwe jê re dişînin. Ji bo jiyaneke bêtundî, kuştinên jinan bê rawestandin, pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin em li ser vê axê aştiyê dixwazin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

2 HEZÎRAN 2025
104 rojan dîl girtin û berdan

104 rojan dîl girtin û berdan

2 HEZÎRAN 2025
Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

2 HEZÎRAN 2025
Zeynep Celaliyan: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe azadiya me

Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin

2 HEZÎRAN 2025
Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

2 HEZÎRAN 2025
Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

2 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (25)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne