TJAyê daxuyand ku ew ê di 1ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve bimeşin û wiha got: “Niha dema bi hev re meşandinê ye, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bi hev re azadbûnê ye.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma ‘Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ meşê li dar bixe. TJAyê têkildarî meşê li Qonaxa Cemîl Paşayê ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Dayîkên Aştiyê, hevşaredar û gelek aktîvîstên TJAyê tev li daxuyaniyê bûn. Li cihê daxuyanî hate dayîn pankarta “Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” hate daliqandin.
Metna Kurdî ya daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê, ya Tirkî jî aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmenê xwend.
Berîtan Guneşê diyar kir ku her gava wan mîrateya têkoşîna bi dehan salan wekî referans digire, hêvî ji bo me ronahî ye; azadî jî nuqteya asoyê ye û wiha got: “Li asoyê dinêrin û mil bi mil dimeşin, ev rê wê dengê lingên doza herî heq bibihîze. Li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, em wekî jinan ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ronahiya hêviyê ye ji bo gelê Kurd dimeşin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di her firsendê de bang li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dike, yekane aktorê çareseriyê ye. Em bang li desthilatdariya ku bi paşguhkirina hiqûqa xwe ya xwe sîstema tecrîda Îmraliyê didomîne, bi belavkirina demê çaresernebûnê ferz dike dikin; Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadiya me jinan û gelan e. Rêya çareseriya li ser rastiyê, rakirina bi temamî ya sîstema tecrîda Îmraliyê ye. Demokratîkbûn, ji bo civakê, azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan e.Dabînkirina şertên azadiya Rêbertiya me wê rê li demokratîkbûnê û aştiyê veke.”
‘Paradîgmaya Rêberê Gelan Abdulah Ocalan girîngiya jiyanî ye’
Berîtan Guneşê bi lêv kir ku ji bo Rojhilata Navîn a ku ji aliyê dewletên neteweyî ve hatiye veguherandin qada krîzê ye û dixwazin wê qadê ji nû ve dîzayn bikin û wiha domand: “Pêkanîna paradîgmaya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşkêş dike, bi taybetî ji bo jinan û neteweyên bindest girîngiya jiyanî ye. Rêberê gelan Abdullah Ocalan ku divê bi rola aktorê sereke bigihîje şertên jiyan û xebata azad, aktorê herî bingehîn e ku wê aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn jî pêk bîne. Li ser vê bingehê em bang li dewletê dikin ku pêdiviyên edaletê pêk bîne.”
‘Pêwîste Tirkiye rêgezên qanûnî yên ku wê guhertinên bingehîn pêk bîne’
Berîtan Guneş, bal kişand ser “Mafê Hêviyê”û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî biryarên binpêkirinê yên di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de hatine dayin, pêwîst e Tirkiye rêgezên qanûnî yên ku wê guhertinên bingehîn pêk bîne peyda bike, di vê çarçoveyê de jî pêwîst e bi lezgînî mekanîzmayên ku wê azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk bînin ava bike. Komîsyona pirreng a ‘Yekîtî, Xwişk û Biratî û Demokrasiya Neteweyî’ ya ku di bin banê Meclîsê de hatiye avakirin, mîsyona xwe tenê bi hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re dikare temam bike. Di çareseriya pirsgirêkê de rola Meclîsê girîng e. Muhatabê çareseriyê tenê Rêberê gelan Abdullah Ocalan e. Divê komîsyon bi Rêber Ocalanê ku hemû pêdiviyên bangewaziya 27ê Sibatê ya ku bi hêvî tê nihêrtin û di gel de kelecanî çêdike pêk aniye, bi lezgînî hevdîtinê pêk bîne.
Pêkanîna ‘mafê hêviyê’ wê pêşveçûna pêvajoyê û rêya ku diçe aştiyê û azadiyê veke. Mafê hêviyê êdî pêdiviyek jiyanî ye, daxwaza çareseriyê ne tenê ya gelê Kurd e; bi taybetî civaka Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ya pirnasname, pirçandî di serî de hemû gelên cîhanê re bûye daxwazek hevpar. Nimûneyên ku ji Afrîkaya Başûr bigire heta Îrlandayê, ji Amerîkaya Latîn bigire heta erdnîgariyên cihêreng dirêj dibin, nîşanî me didin ku tu pêvajoyek ku aktorên sereke ne azad bin, aştiya mayînde ava nekiriye, wê neke jî. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî jî di vê berpirsyariyê de ku ‘jiyana din mimkin e’, luksê wê tune ye ku bêdeng bimîne. Bêdengî ne tenê Kurdistanê, lê belê pêşeroja hemû herêmê dixe metirsiyê. Di navbera perspektîfên jinê yên xwedî xwezaya gerdûnî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a enternasyonal de têkiliyên xurt hatine avakirin. Em ji vir bang li jinên ji hemû gelan dikin: Bang li hevgirtinê bi têkoşîna azadî û aştiyê ya jinên Kurd û mezinkirina têkoşîna hevpar bikin.”
‘Azadiya me bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re pêkan e’
Berîtan Guneşê, axaftina xwe wiha domand: “Em wekî jinan, bi şaristaniya dewletdar re di bin zordestiya şer, xizanî û zordariyan de sedsalek winda kir. Bi perspektîf û têkoşîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalanê ku dibêje ‘Pirsgirêka jinê di serê hemû pirsgirêkan de tê’, me dest bi lêgerîna azadiyê kir. Me azadiya xwe ya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê belê em dizanin ku azadiya me jî tenê bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re pêkan e. Ji bo gelê Kurd ku pirsgirêka hebûnê derbas kiriye jî dem niha ye; dem a hevdîtina bi rêbertiya azad re di civaka azad de ye. Gelê Kurd ku sedsalek e di nav lepên jenosîda çandî de dijî, bi berxwedanê karîbû hebûna xwe biparêze; bi zimanê xwe, çanda xwe, baweriyên xwe dixwaze wekî hêmanek bingehîn a civakek demokratîk bê naskirin, li ser bingeha edalet û wekheviyê dixwaze. Welatek ku mafên gelê Kurd di bin ewlehiya destûrî de hatine girtin û îradeya wî hatiye qebûlkirin, mafên wî yên kolektîf hatine naskirin, wê bibe prensîba bingehîn a aştiya civakî. Ev pêvajo divê pêvajoya bidawîkirina siyaseta înkarê be. Jin,Kurd, Elewî û hemû gel û baweriyên bindest ku di dîrokê de li hember înkarê bi berxwedanê bersiv dane, heta têkoşîna mafan bigihîje ewlehiyê wê têkoşînê mezin bikin, berxwedanê bilind bikin. Careke din em dibêjin; tahmûla me jinan a ji bo sedsala bêdestûrî û bêstatûbûnê êdî tune ye! Divê bi lezgînî astengiyên li pêşberî mafên me bên rakirin û di bin ewlehiya qanûnî-destûrî de bên girtin.
‘Bi têkoşîna jinan dê bangawazî bigihe serkeftinê’
Jin, di her serdema dîrokê de barê herî giran ê şer, xizanî û zordariyê hilgirtine ser milê xwe; tevî vê yekê jî bûne kirdeya herî pêşeng a aştiya civakî ya demokratîk, azadiyê û guhertin û veguhertinê. Îro wekî jinan ku daxwaza aştiyê û civakek demokratîk dikin, li erdnîgariyeke ku bi awayê herî giran polîtîkayên çaresernebûnê yên bi salan, tecrîd, înkar û zordariyê tê jiyîn, ji bo ku rêya diçe aştiyê û çareseriyê dimeşin. Bangewaziya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kir, bi kelecanekê mezin pêşwazî dikin û em diyar dikin ku em ê bi têkoşîna jinan a rêxistinî ya ku wê vê bangewaziyê civakî bike, bigihînin serkeftinê. Ji bo vê yekê; ji 1ê Cotmehê heta 7ê Cotmehê, ji Amedê heta Enqereyê bi dirûşma ‘Bihêviyê Ber bi Azadiyê Dimeşin’ ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan û derbaskirina astengiyên li pêşberî mafên me yên kolektîf dimeşin. Ji Amedê dest pê dikin, bi gav bi gav li bajarên Rihayê, Dîlokê, Edeneyê, Mêrsînê û Enqereyê dimeşin û azadiyek civakî ava dikin.
Divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi lezgîn bê bicihanîn
Li gorî vê:
- Ji bo mayîndekirina aştiyê, divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi lezgînî bê bicihanîn.
- Komîsyona ku di nav Meclisa Tirkiyeyê de hatiye avakirin û hevdîtinên wê didomin, divê bi Rêber Ocalan re bi teqez hevdîtinê pêk bîne.
- Ji bo ku hebûn, nasname, çand û zimanê gelê Kurd bi azadî bijî, divê bi lezgînî gavên ku wê ewlehiya destûrî bigirin bên avêtin. Zimanê dayikê, çanda me û baweriyên me di serî de hemû mafên me yên kolektîf divê bigihîjin qenûna destûrî.
- Destdanîna îradeyê divê bi dawî bibe; divê hevserokên me yên ku bi îradeya gel a li ser bingeha demokrasiyê hatine hilbijartin vegere karê xwe, sîstema hevserokatiyê ya ku nûnertiya jinê xurt dike bi awayê fermî bê naskirin.
- Divê ji ziman û polîtîkayên desthilatdariya mêr, cinsiyetperest û mîlîtarîst bê devjêberdan; divê zimanê hevpar ê aştiya civakî bê afirandin.”
‘Em jin dê civaka demokratîk ava bikin’
Berîtan Guneşê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di dawiyê de em dibêjin; niha dema bi hev re meşandinê ye, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bi hev re azadbûnê ye. Em dizanin ku Aştî û civaka demokratîk bi jinan re wê were. Azadî wê ya me hemûyan be. Civaka demokratîk jî, jiyana nû jî em jin wê ava bikin. Jin jiyan Azadî. Bijî Têkoşîna me ya jinan.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.