Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce li Parka Mehmet Sîncar a Qoserê bernameya bîranînê li dar xist.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 29emîn salvegera şehateta Zeynep Kinaci (Zîlan), ji bo Zîlan û Sema Yuce li Parka Mehmet Sîncar a Qosera Mêrdînê bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê, nûnerên MEBYA-DER û gelek saziyên civakî amade bûn. Di bernameyê de find hatin pêxistin, stran hatin gotin. Nûnerên TJAyê di civînê de li ser girîngî û wateya çalakiya Zîlan axivîn û destnîşan kirin ku dê têkoşîna wê berdewam bikin.