TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Denîz Poyraz li ser gora wê bi bîr anî.
Tevgera Jinên Azad (TJA) a Îzmîrê û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Îzmirê Denîz Poyraz a ku di 17ê Hezîrana 2021ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat kuştin li ser gora wê ew bi bîr anî. Malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, Nûnerên ANYAKAYDER, Nûnerê Herêma Egeyê yê DBP û nûnerên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê beşdarî bîranînê bûn. Di bibîranînê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û diyar kir ku herî zêde dayikên Kurd zarokên xwe winda kirine û her tim êş û azar dîtine. Fehîme Poyraz got, “Denîz, keça min, binêre, hemû dayik ji bo te hatine vir. Tu zaroka wan hemûyan î, tu ne tenê zarokê min î. Rojbûna te pîroz be.”
Piştre kesên beşdarî bîranînê bûn li ser gora Denîz Poyraz kulîlk danîn.
Çalakiya bîranînê bi dawî bû.