Dîrektorê Wezareta Karên Derve yê Elmanyayê Tobîas Tuncel diyar kir ku ew ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar e û xwest ku dawî li pevçûnan were.
Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobîas Tunkel li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de ev tişt parve kir: “Ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar im. Di hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna peymana 10ê Adarê kir. Em bi hemû aliyan re di nava têkiliyê de ne û ji wan dixwazin ku pevçûnan rawestînin, danûstandinan ji nû ve bidin destpêkirin û bi her awayî sivîlan biparêzin.”













