Serokê DYAyê Donald Trump bi gotina ‘Divê em bi Îranê re peymanek baş bikin, berovajî tiştên xirab rû bibin’ gef li Îranê kir û ji bo li hevkirinê 10 ro dem da Îranê.
Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Donald Turmp di daxuyaniya piştî civîna yekem ya li ‘Desteya Aştiyê’ ya li DS Washîngtonê hate kirin de bi vekirî gef li Îranê xwar. Trump diyar kir ku wan bi Îranê re ‘hevdîtinên baş’ pêk anîne û gihiştina aliyan ya li hevkirinekê pir girîng e.
Turmp got: “Divê em bi Îranê re peymanek baş bikin, berovajî tiştên xirab rû bibin’ gef li Îranê xwar. Trump destnîşan kir ku wê di demeke kin de diyar bibe bê ka wê bi Îranê re li hev bikin yan na û got: “Di nava 10 rojên pêşiya me de wê diyar bibe, em ê li hev bikin yan na.”













