Trump ji bo lihevkirinê û vekirina Tengava Hurmuzê, 48 seat da Îranê û di rewşa redkirinê de gef li Îranê xwar ku wê şerekî leşkerî yê berfirehtir bike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bibîr xist ku 48 saet da Îranê ku lihevkirinekê ji bo rawestandina şer pêk bîne û hişyarî da ku eger neke, dê Îran bibe “dojeh” re.
Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: “Hûn ji bîr dikin dema ku min 10 roj dem da Îranê ku peymanekê çêbike an jî Tengava Hurmizê veke? Dem diqede, tenê 48 saet mane berî ku dojeh bi ser wan de bê!”
26ê adarê Trump 10 roj dem da Tehranê da ku Tengava Hurmuzê ji nû ve veke. Serokê DYAyê wekî “Duşem, 6ê Nîsanê, saet 8:00ê êvarê bi dema Washingtonê” destnîşan kir.
Trump gef li Îranê xwar ku ger Tengava Hurmuz girtî bimîne, ew ê santralên elektrîkê yên li Îranê wêran bike.
3 çavkaniyên agahdar gotin ku raporên îstîxbarata DYAyê yên vê dawiyê hişyarî dane ku îhtîmaleke mezin nîne ku Îran di demek nêzîk de Tengava Hurmizê veke, ji ber ku girtina wê bandorê li cîhanê tevî dike ku weke qaxezeke fişarê li dijî DYAyê ye.
Li gorî ajansê, ev yek nîşan dide ku dibe Tehran Tengava Hurmiz bi awayekî bandor girtî bihêle, her wiha bihayên enerjiyê bilind bihêle, wekî yek ji rêyên zextê li Trump bike da ku zû dawî li şer bîne.













