Li gorî agahiyên hatin dayîn Amerîkayê xistina balfira xwe ya şer ya ji aliyê Îranê ve qebûl kir û hat gotin ku ji du pilotan yek jê hatiye rizgarkirin. Serokê DYAyê Trump jî diyar kir ku ketina balefirê dê bandora li mizakereyan neke.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî û navneteweyî piştrast kirine, li herêmên navîn ên Îranê balafireke şer ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate xistin. Hate ragihandin ku pîlotek hatiye rizgarkirin, lê pîlotê duyemîn hîn winda ye.
Guman li ser modela F-15Eyê ye
Rojnameya Jerusalem Post ragihand ku çavkaniyekî agahdar bûyer piştrast kiriye. Her çend di destpêkê de behsa F-35 hatibû kirin jî, pisporê Enstîtuya Royal United Services Justin Bronk, piştî analîza wêneyên enkazê diyar kir ku dibe ku balafir ji cureya F-15E Strike Eagle be. Tê gotin ku ev balafir aîdî Filoya 494an e ku li baregeha Lakenheath ya Brîtanyayê bi cih bûye.
Trump: Em di şer de ne
Serokê DYAyê Donald Trump, derbarê bûyerê de ji NBC Newsê re axivî û destnîşan kir ku ev rewş dê bandorê li muzakereyên bi Îranê re neke. Trump wiha got: “Ev şer e. Em di nav şer de ne.” Her wiha Trump diyar kir ku ew hêvî dikin pîlotê din nekeve destê hêzên Îranê.
Îranê xelat ragihand
Medyaya dewletê ya Îranê (IRIB) ragihand ku ew dê xelatê bidin her sivîlekî ku cihê pîlotê Amerîkî tespît bike û wî radestî hêzên ewlehiyê bike. Li aliyê din, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser medyaya civakî bi peyamekê tinazên xwe bi şerê DYA û Îsraîlê kir û rewşa wan wekî “bêstratejî” binav kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bûyer piştî êrîşên giran ên li ser sîstema parastina hewayî ya Îranê û kuştina rayedarên payebilind (di nav de Ayetullah Xamaney jî heye) pêk hat. Tevî ku sîstema parastinê ya Îranê derbên giran xwarine jî, xistina vê balafirê wekî geşedaneke girîng a şer tê dîtin.













