Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku êrişa li ser Venezuelayê ji ber şert û mercên hewayê çar roj dereng maye û got, “Maduro û hevjîna wî dê pêşî bibin New Yorkê.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji Fox News re li ser êrişa li ser paytexta Venezuelayê Caracas, ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores lê hatibûn revandin, axivî.
Trump diyar kir ku êrişên li ser Venezuelayê û girtina Maduro ji bo çar roj berê hatine plankirin, lê şert û mercên hewayê ne guncaw bûn û got, “Em çar roj li bendê man. Me dixwest vê yekê çar roj berê, sê roj berê, du roj berê bikin, lê piştre ji nişkê ve hewa xweş bû û me got, ‘Werin em dest pê bikin.’” Trump got ku Amerîka dê “bi awayek bihêz beşdarî pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê bibe.”
Trump got ku wî hefteyek berê bi Maduro re axiviye û jê re gotiye, “Divê tu dev jê berdî, divê tu teslîm bibî.”
Her wisa Serokê DYAyê diyar kir ku Maduro û hevjina wî di xaniyekî mîna kelehê de hatine girtin û bi keştiyê birine New Yorkê û got, “Li aliyê me çend birîndar hene, lê mirin tune ye. Em dixwazin piştrast bibin ku Venezuela venagere rewşa berê. Maduro û hevjîna wî dê diçin New Yorkê. Ew li ser keştiyekê ne. Helîkopter dê werin û wan bibin New Yorkê. Ez hêvî dikim ku ew ji helîkopteran hez bikin.”













