Serokê DYAyê Donald Trump got ku ew bawer dike ku nûçeyên ku dibêjin rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşên hewayî de miriye “rast” in.
Serokê DYAyê Donald Trump di daxuyaniya çapemeniyê ya DYAyê de, piştgirî da nûçeyên Îsraîlî ku dibêjin Xameneyî di êrîşên hewayî yên îro de miriye. Trump di daxuyaniya NBC Newsê got, “Em difikirin ku ev nûçe rast e.”
Trump anî ziman ku “piraniya” serkirdeyên payebilind ên Îranê ne sax in û got, “Piraniya kesên ku biryar didan êdî tune ne.” Li ser pirsa ABC News a ku gelo DYA bawer dike ku rêberên Îranî di êrîşên hewayî de mirine got, “Erê, beşek mezin ji wan wisa ye. Em tevan nizanin lê beşek mezin dizanin. Ew êrîşek pir bi hêz bû.”
Trump di axaftina xwe de ji platforma nûçeyan a Axiosê re diyar kir ku ji bo bidawîkirina êrîşan hin “riyên çareseriyê” hene û li ser demê jî wiha axivî: “Ez dikarim demek dirêj bidomînim û her tiştî dewr bigrim, an jî ez dikarim di 2-3 rojan de biqedînim û ji Îraniyan re bêjim, ‘Ger hûn dest bi ji nû ve adest bi avakirina (bernameyên xwe yên nukleerî û mûşekî) bikin, em ê çend salên dîsa hev bibînin.”
Trump wiha berdewam kir: “Di her rewşê de, ji bo vê êrîşê derbas bibin wê çend salên wan bigre.” Trump derbarê sedemên destpêkirina êrîşan de jî axivî û diyar kir ku sedema sereke bi serneketina muzakereyên ku ji hêla Steve Witkoff û Jared Kushner ve hatin meşandin bû.
Berdevkê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku tevî lîderê Pasdarên Şoreşê “hin ji lîderên serkirdeyên payebilind ên Îranê” di êrîşan de hedef hatine girtin û destnîşan kir ku şêwirmendê payebilind ê Xameneyî, Elî Şamxanî jî jiyana xwe ji dest daye. Lê navê Xameneyî rasterast di daxuyaniya IDFê de derbas nabe.













