Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî Benjamin Netanyahû pêşwazî kir û plana Amerîka ya ji 21 bendan pêk tên, nîqaş kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwaziya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû kir û got “ew bawer e” ku lihevkirin der barê Xezayê de çêbibe. Her du aliyan, danûstandinên der barê plana Amerîka ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, nîqaş kirin.
Dema ji Trump hate pirsîn ku “dê bikare aştiyê li Xezayê bi dest bixe” wisa bersiv da: “Ez gelekî bawer im”. Trump destnîşan kir ku tevahî aliyan plana ji 21 bendan pêk tê erê kiriye.