TUHAY-DER û MEBYA-DERê li navçeya Geverê bi boneya remezanê bernameya fitarê li dar xist. Tulay Hatîmogullari di benameyê de axivî û got: “Li Îranê di serî de gelê Kurd, Belûc, Azerî û gelên din ligel jinan, çi cûre rêveberiyekê dixwazin, divê di wê çarçoveyê de ji bo avakirina Komara Îranê ya Demokratîk gavên berbiçav bên avêtin.”
TUHAY-DER û MEBYA-DERê li eywaneke dawetê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserok û endamên TUHAY-DER û MEBYA-DERê yên Wan, Colemêrg, Gever û Şemzînanê, Hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Colemêrg û navçeyên wê û gelek malbat tev li bernameyê bûn. Li eywanê wêneyê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Xeyalên cangoriyên me; aştiyeke bi rûmet, civakeke azad û azadiya serokatiya me ye”, “ Em şopdarên nirxên xwe ne” û “Ronahiya civakê di berxwedana zindanan de ye” hatin daliqandin.
Di despêka bernameyê de nûnera TUHAY-DERê ya Şamzînanê Pinar Yilmaz axivî. Yilmazê xêr hatin gel kir û bangavaziya piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.
‘Kes nikare serê me û malbatên me tevlihev bike’
Hevseroka MEBYA-DERa Wanê Xanim Kaya jî di derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di 27ê Saibata 2025an de dabû destpêkirin axivî got: “Ew saleke serokatî pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. Lê dewletê hetaniha gavên pêwist e ku bavêje neavêtine. Em jî dibêjin û malbatên me jî dipirsin. Dewletê heta niha çi kiriye, pêvajo di çi astê de ye. Divê dewlet gavên pêwist bavêje û mafên gelê Kurd qebûl bike. Ev pêvajo pêvajoya we ye, pêvajoye ya nirxên we ye, şehîdên we ye. Lê em dibînin ku kesên dixwazin vê pevajoyê qirêj bikin hene û dixwazin malbatên me jî bikin nav van qirêjiyan. Lê bila baş bizanin kes nikare serê me û malbatên me tevlihev bike.”
Divê Îran guh bide daxwazên gelan
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di bernameyê de axivî û bal kişand ser êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û ev tişt gotin: “Herêma me mîna cihê agir e. Gava em îro li vê salonê li hev civiyane, li Îranê û li gelek welatan fûze û bombe dibarin. Herêm ketiye nav şerekî giran. Şerê Afganistan-Pakistanê, şerê Rûsya-Ukraynayê, dagirkeriya li Filistînê û herî dawî jî êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê. Me di her platformê de polîtîkayên zextker û êrişkar ên Îranê yên li ser gelên herêmê rexne kir, îro jî em rexneya xwe didomînin. Demeke dirêj e li Îranê li dijî çewsandina feqîran, karkeran, kedkaran, esnafan û jinan tevgereke mezin a berxwedanê pêş ketiye. Gelên li wir bi salan e daxwaza mafên xwe dikin. Rêxistinbûn û daxwazên gelê Rojhilat ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rejîma meleyan ya li Îranê hewl da van tevgeran bitemirîne û bi hezaran mirov hatin qetilkirin.
Em Jîna Mahsa ya hatî qetilkirin ji bîr nakin. Di kesayetiya Jîna Mahsa de ku bûye sembola berxwedanê, hezar silav li hemû jinên berxwedêr re.”
‘Çareserî Komara Demokratîk ya Îranê ye’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku çareserî ne polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên emperyalîst in, ne jî rêveberiya zextker a rejîma meleyan e û wiha pê de çû: “Weke gelan, me çareserî di bombebarankirina qadên jiyana me de nedît. Çareseriya li Îranê ne polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên emperyalîst e, ne jî rêveberiya zextker û otorîter a rejîma meleyan e. Divê her du alî jî dest ji van polîtîkayên xwe berdin. Weke Colemêrgî, li aliyê din ê sînor xizmên me û cîranên me hene. Divê şer tavilê bi dawî bibe û agirbest bê ragihandin. Li Îranê di serî de gelê Kurd, Belûc, Azerî û gelên din ligel jinan, çi cûre rêveberiyekê dixwazin, divê di wê çarçoveyê de ji bo avakirina Komara Îranê ya Demokratîk gavên berbiçav bên avêtin.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Tulay Hatîmogullari ku bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku divê dema dirêjkirina pêvajoyê êdî bi dawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Di ser banga aştî û civaka demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû re salek derbas bû. Ev pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku ji demê re bê hiştin. Di vê dema ku rîska belavbûna şer li Rojhilata Navîn zêde dibe, divê gavên berbiçav bên avêtin.”
Bername bi vekirina fitarê bi davî bû.














