• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan bang li serokên partiyan kir: Werin em bi mazuvaniya Erdogan bicivin

Enqere / AW

17 SIBAT 2026 - 14:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de di çarçoveya çaresererkirina pirsgirêka Kurd de bang li serokên partiyên siyasî kir û got: “Divê bi mazuvaniya birêz Serokkomar Erdogan serokên partiyan li hev bicivin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nayê taloqkirin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Tuncer Bakirhan ewilî bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku welatî nikarin debara xwe bikin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piranî welatî di xizaniyê de dijîn û got ku komeke kêm jî di nava dewlemendiyê de dijî û qala pirsgirêkên aboriyê ya gel kir. Bakirhan rojiya Remezanê li alema Îslamê piroz kir û got ku şeredariyên wan, rêxistinên wan jî dê di rojiyê de bi welatiyên nikarin debara xwe bikin re di nava piştgiriyê de bin.

‘Li şûna gefan divê tifaqa bi Kurdan re were xurtkirin’

Bakirhan derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn û daxuyaniya Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku gotibû ‘Piştî Sûriyeyê dor dê were Iraqê’ jî wiha got: “Piştî van gotinan Serokkomarê Tirkiyeyê neçar ma ku li Sudanî bigere. Lê divê em bi pişt perdeya van gotinên Wezîrê Karên Dervê bizanibin. Lê em hişyar dikin geşedanên ku li Iraqê dest pê bike heta Îran û Yemenê dê bandor li tevahî herême bike. Tirkiye divê ji senaryoyên wiha dûr bisekine. Gefên li dijî Kurdan; Hewler, Silemanî, Mexmur û Şengalê ne helwesteke rast e. Em bi awayekî şênber ji Wezîr dipirsin; Hûn dixwazin hesabên nû li dijî Şengal, Mexmûr û Herêma Kurdistanê pêk bînin an na? Heke hesabeke wisa hebe ew hem li dijî pêvajoyê û hem jî ji bo pêşeroja 86 milyon welatiyan xelatiya herî mezin e. Ya ku divê bibe bi Kurdan re tifaqên dîrokî ava bikin. Li dijî planên hêzên emperyalist li ser Rojhilata Navîn em Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn pêşniyar dikin. Divê mafên gelan bên mîsogerkirin û di navbera gelan de wekhevî pêk were. Ew pêşniyara me taybet jî ji desthilatê re ye. Tirkiye bi çareseriyeke demokratik a bi Kurdan re dikare piştgiriya yekîtiyeke bi vî rengî bide.”

‘Birêz Abdullah Ocalan armanca komploya 2yemîn jî pûç kir’

Bakirhan bal kişand ser salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Li Rojhilata Navîn 27 sal berê hat xwestin bibe navenda krîzekê. Bi vê armancê komployek li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Wê komployê bi me hemûyan da windakirin. Birêz Ocalan di 27 salan de gelek hewldanên çareseriyê pêş xist. Bi banga dîrokî ya 27ê Sibatê re armanca vê komployê vala derxist. Bi êrişên li dijî Rojava re xwestin vê komployê nûjên bikin. Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê kete dewrê û armanca vê komploya navneteweyî jî pûç kir. Em spasiyên xwe pêşkêşî birêz Ocalan dikin. Silav û hurmet jê re.”

‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Bakirhan destnîşan kir ku divê fikir û remanên Abdullah Ocalan bi awayekî şênber bi gel re bên parvekirin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan gelek pirsgirêk çareser kirin û muzakerevanê sereke ye. Lê çapemeniya desthilatê û muxalefetê ya Tirkiyeyê bi zimanekî qirêj bi israr bikar tîne. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê dev jî vî zimanî bê berdan û şert û mercên xebatê yê birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin. Birêz Ocalan bi şert û mercên xebateke azad pêvajoyê pêş ve bibe. Birêz Ocalan dûh ji heyetê re got; ‘Em ne îro dixwazin dîrokê rizgar bikin. Dîrok jî bêyî Kurdan nabe’. Lê hinek jî dixwazin rojê xilas bikin. Lê birêz Abdullah Ocalan sed salan difikire, dîrokê difikire. Ji bo wê jî divê navendeke koordînasyonê ya siyasî ku birêz Abdullah Ocalan di nav de ye, bi tevlibûna desthilat û muxalefetê pêvajoa dikare bi pêş ve biçe.”

‘Werin em di lutkeyeke de werin cem hev’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew çareseriya pirsgirêkeke sed salan nîqaş dikin û ev bang li partiyên siyasî kir: “Ez bang li hemû serokên partiyên siyasî dikim ku werin em di lutkeyeke de werin cem hev. Em cudahiyên hev li aliyekî deynin û ji bo aştî û pêşeroja Tirkiyeyê em qala çareseriyê bikin. Heke îro em ê neyên ba hev, em ê kengî werin cem hev? Divê bi mazuvaniya birêz Serokkomar Erdogan, serokên partiyan li hev bicivin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê neyê taloqkirin. Werin em zemineke ku bikaribin siberoja xwe diyar bikin ava bikin.”

Rapora Komîsyonê

Tuncer Bakirhan derbarê xebatên Komîsyona Meclîsê de jî anî ziman ku divê rapor li gorî hişmendiyeke nû rapor were amadekirin û wiha got: “Bi zimanê kevn û heşmendiya berê nikarin vê pirsgirêke çareser bikin. Tiştên ku bi dara zorê sed sal berê ji me nekaribû bidin gotin niha bi dirêjkirina gulekê nekarin bidin gotin. Divê komîsyon çareseriya pirsgirêka Kurd weke çerçoveya ‘terorê’ nebîne û nenirxîne. Ev ne meseleyeke ‘terorê’ ye lê meseleya demokratîkbûyînê ye. Divê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê werin avêtin. Li ser vê yekê divê rapora komîsyonê nûjen, maf û hebûna hemû gelan mîsoger bike.”

Konferansa Munîhê

Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed beşdar bûbûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Konferansek pirr girîng bû. Me gelek caran ji dewletê re got divê birêz Mazlum Ebdî û Rêveberiya Xweser werin Tirkiyeyê lê bersivên bi ezber dan. Lê niha li Almanyayê hemû dewlet ketine dorê û hevdîtinan dikin. Hêvî dikim niha şûn vê van xelatiyan nekin. Wêneyê konferansa Munîhê kesên digotin Kurd têkçûnê jî vala derxist. Li Munîhê Kurd bi vîna xwe tev li hevdîtinan bûn û pêşketineke girîng pêk anîn. Kurd têkneçûn û mafên xwe di raya giştî ya cîhanê de jî anîn ziman û hatin qebûlkirin. Li dijî kesên krîzan em ê çareseriyê pêş bixînin.”

‘Hilbijartina pêşwext di rojeva me de nîn e’

Piştî komcivînê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan pirsa “Hûn dikarin naveroka banga ji bo partiyên siyasî vekin” berisvand û got ku heke serokên partiyan hemû li hev bicivin dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike. Tuncer Bakirhan li ser pirsa rapora hevpar jî got ku nîqaşên li ser raporê berdewam dikin û piştî hale dawî yê raporê pêk hat ew dê nirxandinê bikin. Bakirhan li ser pirsa têkildarî hilbijartinên pêşwext jî got ku hilbijartina pêşwext di rojeva wan de tune ye û di rojeva wan de pêvajoya çareseriyê heye.

Etîket: Hevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanHevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan bang li serokên partiyan kir: Werin em bi mazuvaniya Erdogan bicivin

Bakirhan êrişa li Başûr şermezar kir: Dilê me li Hewlêrê ye

24 ADAR 2026
Tuncer Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye

Tuncer Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye

22 ADAR 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama Newrozê

16 ADAR 2026
Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

10 ADAR 2026
Tuncer Bakirhan li Nêçîrvan Barzanî geriya

Tuncer Bakirhan li Nêçîrvan Barzanî geriya

9 ADAR 2026
Bakirhan: Kurd li benda gavavêtinê ne

Bakirhan: Kurd li benda gavavêtinê ne

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hevdîtina DEM Partî û CHPê de rojev hilbijartin û demokratîkbûyîn bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinnews: Di Adarê de 29 jin hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (269)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne