Amed – Endamên Platforma Tenduristiyê ya Amedê derheqê êrişên Rojava de diyar kirin ku divê ji bo Kobanê korîdora mirovî demildest were vekirin û gotin: “Bila jiyan bê parastin, şertê parastina jiyanê jî vekirina korîdora jiyanê ye.”
Êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê yên ser Rojava bi piştgiriya Tirkiyeyê berdewam dikin. Di çarçoveya êrişan de Kobanê ji hêla çeteyan ve hatiya dorpêçkirin û rê li ber alikariyê mirovî hatiye girtin. Ji bo vekirina korîdora mirovî û gihandina alîkariyên jiyanî gelek bang û çalakî hatin lidarxistin. Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Rojava koridor jiyanî were vekirin û xizmete tenduristiyê li herêmê werin dayîn bi navê “Em ji bo Mafê Jiyanê Nobetê Digirin” çalakiya nobetê li dar dixe. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ulus û Endamê Sendîkaya Meclisên Teqawîtan Mûrtaza Aydin têkiladarî hewcedariya mafê tenduristiyê û daxwaza vekirina korîdora jiyanî ji ajansa me re axivî.

‘Wek mêtingeran tevnegerin’
Mûrtaza Aydin destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariya AKPê yên li dijî deskeftiyên Kurdan. Mûrtaza Aydin da zanîn ku Tirkiyeyê li aliyekê “pêvajoyekê” daye destpêkirin li aliyê din Amerîkayê hewl da ku vê pêvajoyê asteng bike û ev tişt gotin: “Me tu caran daxwaza axeke cuda nekir. Em dixwazin di çarçoveya maf, hiqûq, daraz, û nirxên gerdûnî de bi hev re, di nava xwîşk-biratiyê de bijîn. Mixabin emperyalîzma Amerîkayê hewl dide ku vê biratiya me têk bibe.” Mûrtaza Aydîn bang lî desthilatê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên li dijî Rojava berde û wiha got: “Alîkariyê bidin wan, nebin temaşevan, me bi vê feraseta kujer a DAIŞê re nekin cîran. Li gorî projeyên van mêtingeran tevnegerin. Werin ser hişê xwe û hişyar bibin.”

‘Li Rojava xebata tendurîstiyê pêwîst e’
Hevserokê Şaxa SESa Amedê Mehmet Nûr Ulus anî ziman ku di 6ê Çileyê de pêwîstiya alîkariya tenduristî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêwîst kiribû. Mehmetnur Ulus bi bîr xist ku dema şer didomiya li nexweşxaneya Xalid Fecr a Şêxmeqsûdê derman kêm bû, xebatkarên tenduristiyê li wir jiyana xwe ji dest dabûn û wiha pê de çû: “Me xwest mijarê ji aliyê Peymana Cenevreyê ve bînin ziman. Di dema şer de nabe ku êriş li ser xebatkarên tenduristiyê were kirin. Me dît ku roj bi roj dorpêçkirina li ser aliyê Rojava zêde dibe. Ji ber vê yekê, nebûna ceyran, av û xurekan bandorek mezin li ser zarok û nexweşan çêkir. Herî dawî Heyva Sor a Kurd jî ragihand ku şeş-heft zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.”
‘Şertê parastina jiyanê vekirina korîdora mirovî ye’
Di berfirehiya axaftina xwe de Mehmet Nûr Ulus anî ziman ku xebata wan a tenduristiyê parastina jiyanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava ji bo jiyan bê parastin, pêwîst e xebat were meşandin û korîdora jiyanê were vekirin. Lewma em li ber nexweşxaneyan nobeta xwe digirin. Em rojane saetekê li ber nexweşxaneyekê kom dibin. Duh jî me li ber Zaningeha Dîcleyê nobeta xwe girt. Em ji rayedaran re bangawaziya xwe dubare dikin. Bila jiyan bê parastin. Şertê parastina jiyanê jî vekirina korîdora jiyanê ye.”
‘Şer ne armanca jiyanê ye, xirabî ye’
Mehmet Nûr Ulus di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora şer ya li ser derûniya gel û têkildarî koçberiyê û xizaniya çêbûye ev tişt gotin: “Ev rewş ji bo pêşeroja zarok û dayikan jî pirsgirêkên giran derdixe holê. Mirin, nexweşî û rewşên giran derdikevin holê. Carna ev nexweşî ne tenê demekê, bi salan didomin. Dibe ku astengdarî çêbibin. Pêşeroj dê ji aliyê derûnî ve pir giran derbas bibe. Em dikarin dubare bibêjin ku şer ne armanca jiyanê ye, xirabî ye. Ji bo aştiyek pêk were û jiyan bê parastin, ev tişt girîng in. Dema şer hebe, mirov nikare jiyanê jî biparêze. Ev her du mijar pir zêde girêdayî hev in.”






