Platforma Saziyên Demokratîk li Stenbolê bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyeke seyranê li dar xist. Di bernameyê de hat diyarkirin ku sala 2026an dê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û bang li dewletê hat kirin ku gavan bavêje.
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê bi diruşmeya “Em li ser sifreya Rojê tên gel hev” li perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê bernameyeke seyranê li dar xist. Di bernameyê de Azîme Işik, Veysî Aktaş, Sebahat Tuncel, Haydar Ergul û gelek welatî amade bûn. Gel bi xwarinên ji malên xwe anîn “sifreya serzemînê” danî û bi awayek hevpar xwarin xwar.
‘Rêber Apo statû diyarî gelê Kurd kir’
Nivîskarê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul di destpêka bernameyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna 77 salan. Ergul wiha got: “Abdullah Ocalan her dem li pey rastiyê meşiya. Rêbertî dixwaze statûyê diyarî gelê Kurd bike. Sala 2026an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
Êrişî wêneyên Abdullah Ocalan kirin
Di dema foruma ku Azîme Işik, Veysî Aktaş û Sabahat Tuncel tê de amade bûn, polîsan bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin êrişî gel kir û 3 kes binçav kirin. Gel bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo” bersiv da êrişan û polîs neçar man vekişin.
‘Rêya azadiya jinê vebû’
Azîme Işik di forumê de diyar kir ku 4ê Nîsanê di heman demê de rojbûna jinan e û wiha axivî: “Rêbertî rêya azadiya jinê vekir. Ev 40 sal in jin berxwe didin. Rojbûna gelê Kurd pîroz be.”
Sabahat Tuncel jî destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û wiha domand: “Gel dixwaze bi Rêberê xwe re were gel hev. Em ê bi ser bikevin.”
‘Divê dewlet mafê hêviyê pêk bîne’
Veysî Aktaş ê ku piştî salan cara yekemîn 4ê Nîsanê li derve pîroz dike, bal kişand ser êrişên polîsan û nakokiyên dewletê. Aktaş ev tişt gotin: “Dewlet dibêje pêvajo heye lê êrişî wêneyên Rêbertî dike. Heke aştî tê xwestin, divê serî de mafê hêviyê yê Rêbertî pêk were. Ji bo pêvajo bigihije armanca xwe divê zagon werin derxistin. Em hêvî dikin ku 4ê nîsana 2027an Rêbertî jî di nava me de be.”
Bername piştî axaftinan bi gerandina govendan berdewam kir.
Kirarên 3 kesên hatin binçavkirin didomin
Kirarên 3 welatiyên di encama êrişê de hatine binçavkirin jî berdewam dikin. Li gorî parêzeran tê payîn piştî kontrola tenduristiyê û îfade girtinê serbest bên berdan.


























