Veysî Aktaş di civîna gel a li Îzmirê de bal kişand ser êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Sedema van êrîşên li dijî Serokatiyê ji nû ve zindîkirina wî ya Kurdan e.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmirê, li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê bi şîara “Di pevajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de civînên bi gel re” bernameyek hate lidarxist. Veysî Aktaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm danîne ser cihê wê, wekî axivêr tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane dest pê kir.
‘Hêza ku dê pêvajoyê mayînde bike gel e’
Di destpêka civînê de Gulistan Sonuk axivî û bal kişand ser girîngiya civînên gel ên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de û wiha got: “Hêza ku dê vê pêvajoyê mayînde bike û bimeşîne, gel bi xwe ye. Ji bo çareseriya kêşeya Kurd û Kurdistanê em her gav di nav gel de ne û nêrînên wan digirin. Heta niha me bi hezaran civînên bi vî rengî pêk anîne. Wekî Tevgera Jinên Azad, em xwe wekî pêşeng û pêkhateyeke vê pevajoyê dibînin û di vê çarçoveyê de me nexşerêya xwe xêz kiriye û me dest bi xebatê kiriye. Ev civîna me jî yek ji wan e.”
‘Ji ber ku Serokatiyê Kurd zindî kir êrişan dibin ser’
PiştrevVeysî Aktaş axivî û destnîşan kir ku di vê serdema dawî de li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîş hene. Veysî Aktaş bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û rola Îngilistanê û wiha pê de çû: “Dema êrîşî Efrînê kirin, deng ji cîhanê derneket. Îro jî li hemberî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê deng dernaxin. Lewma Rêbertiyê ev êriş wekî ‘komploya duyemîn’ pênase kir. Hêz heman hêz in, aqil heman aqil e. Xwediyê vê sîstemî Îngiliz in. Yek ji bingeha vê sîstemê ew bû ku Kurdan birîndar bihêlin.
Veysî Aktaş diyar kir ku sedema êrîşên li ser Serokatiyê ji ber sekna wî ya zindîkirina Kurdan e û got: “Serokatiyê li ser bingeha sosyalîzma demokratîk Kurdan ji nû ve bi rêxistinî kir. Îngilizan ‘Kurdên birîndar’ winda kirin û berjewendiyên wan zirar dîtin. Ji ber vê yekê tevdîran digirin. Serokatiyê tesbît kir ku êdî hêzên herêmê mecbûr in bi Kurdan re tifaqê bikin. Lewma Serokatiyê got: ‘Ez dixwazim pirsgirêkê bi Tirkiyeyê re çareser bikim, ne bi hêzên din re’. Nêzîkatiya rast ev e. Tirkiyeyeke demokratîk dê ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê bibe model.”
Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.














