Wan – Hevberdevkê Komîteya Amadekariyê ya Newroza Wanê Husamettîn Kiziltaş banga tevlibûna Newrozê kir û diyar kir ku armanca wan ew e ku di vê Newrozê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din dubare bikin.
Newroz îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Newroza bajarê Wanê jî ku li herêma Serhedê wek sembolekê ye, wê sibê weke her sal li ber Kelaha Wanê li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê ber bi dawî ve tên û qad ji bo sibê tê amadekirin. Hevberdevkê Komîteya Amadekariyê ya Newroza Wanê Husamettîn Kiziltaş, banga tevlibûnê li xelkê Wanê kir.
‘Em ê Newroza xwe bi ruhê azadiyê pîroz bikin’
Husamettîn Kiziltaş bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27ê Sibatê de hatibû eşkerekirin û diyar kir ku peyam li ser esasê aştiya birûmet û civaka demokratîk bû. Husamettin Kiziltaş da zanîn ku armanca wan ew e ku di vê Newrozê de vê bangê careke din dubare bikin û got: “Lewma ev Newroz xwedî taybetiyeke gelek mezin e û girîng e. Wateya vê Newrozê ya dîrokî heye ji bo me. Em ê hem bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz bikin û wê peyam careke din bi gel re bê parvekirin.”
Bername têr û tije ye
Husamettin Kiziltaş bernameya Newroza Wanê parve kir û hemû gel vexwend qada Newrozê. Husamettîn Kiziltaş anî ziman ku wê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari tev li Newroza Wanê bibin û wiha got: “Di heman demê de parlementer û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek jî dê di Newrozê de amade bin. Li ser navê TJAyê jî aktivîst Fatma Albay dê tev li Newrozê bibe. Hunermendên me jî Rojda ku em bawer in dê coşa Newrozê zêdetir bike, dê stranbêj Rojda, Arhat û Fîkret Goyî dê cih bigirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê ya kêleka Keleha Wanê ku cihê me yê dîrokî ye. Em qadê tije bikin û agirê Kawayê Hesinkar pêxistî mezintir û geştir bikin.”