Wan – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çalakiyekê de xwestibûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çalakî li dar bixin lê rastî êrişa polîsan hatibûn. Ciwan li dijî vê yekê taxên Wenê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve xemilandin.
‘Bû çalakiya bersivdanê’
Ciwanan di meşeke demek berê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wanê çalakî li dar bixin lê belê rastî êrişa polîsan hatin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê jî weke bersivdana van êrişan, li gelek taxên bajar poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin.
‘Dilê ciwanan bi dilê Rêber Apo re davêje’
Di bin posterên hatin daliqandin de ev nivîs hate nivîsîn: “Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e di heman demê de Rêberê hemû gelên bindest e. Di sedsala 21’emîn de Rêberê Sosyalîzmê ye. Di vê çarçoveyê de ne hedê tu kesê ye ku Rêber Apo krîmînalîze bike. Rêber Apo xeta sor a gelê me û ciwanan e. Vê baş bizanin; dilê ciwanên Kurdistanê yên li dora Rêber Apo civiyane, bi dilê Rêberê xwe re lê dide. Zindîbûna pêvajoyê, girêdayî nêzikatiya li hemberî Rêber Apo ye.”