Washington Post ragihand ku Wezareta Şer a Amerîkayê ji bo êrişeke bejahî hêz dişîne heremê. Her wiha navendeke Heşdî Şabî rastî êrişê hat û û hêzên wekîl yên Îranê jî êrişî baregeha Amerîka ya li Hesekê kirin.
Rojnameya Washington Post di agahiya xwe ya ku dispêre berpirsên payebilind yên Wezareta Şer ya Amerîkayê (Pentagon) de tê gotin ku amadekiariyên cidî û hûr ji bo lidarxistina operasyona bejahî ya li nav xaka Îranê ku tê pêşbînîkirin çend hefteyan bidome tê kirin. Li gor heman çavkaniyan plana êrişê ji aliyê hêzên komando û bejahî yên artêşa Amerîkayê ve tê danîn, lê hîna jî zelal nebûye wê Donald Trûmp biryar li ser plana êrişê bide yan na. Di vê çarçoveyê de CENTCOMê jî eşkere kir ku bi hezaran leşkerên Amerîkayê gihiştine Rojhilata Navîn û zêdetirî 20 keştiyên şer jî li herêmê amadene.

Baregeha Heşdî Şabî hat bombebarankirin
Li gor Rojnewsê îro di saetên destpêka rojê de li navçeya Xurmato ya ser bajarê Selahedînê, baregeha lîwaya 52yan a Heşdî Şabî hat bombebarankirin. Hat gotin ku kuştî û birîndar hene, lê hejmar nediyare. Li gor agahiyên ji nêzî cihê êrişê hatine girtin, piştî êrişê dukelek zêde ji nava baregeha Heşdî Şabî bilind bûye. Her wiha di nava 48 satên borî de gelek caran baregehên Heşdî Şabî li Enbar, Babil û Kerkûkê hatine bombebarankirin. Di encamê de 17 çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Li Hesekê êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî kirin
Hat ragihandin ku duh di saetên derengiya şevê de 2 dronên çekdar yên bê mirov êrişî baregeha Qesrik ya Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê bajarê Hesekê kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê; hêzên Amerîkayê yên li baregehê dronan têk birin û agahî dan ku bermahiyên dronek li taxa Til Ehmer a navenda bajarê Til Temirê ket û bermahiyên drona din jî li gundê Til Mesas ê başûrê Til Temirê ketin. Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka yê li dijî Îranê ve 4 caran êrişên bi dronan li ser herêmê hatine kirin û 8 diron hatin xistin. Hat zanîn ku di êrişê de zerar çênebûye.













