Stenbol – Welatiyên ku tev li “Civîna Gel” ya Bagcilara Stenbolê bûn diyar kirin kû mafê hêviyê mafê herî bingehîn e û gotin: “Em li bendê ne ku di demekî nêz de Serokatî azad bibe. Azadiya Serokatî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Esenyurt, Kagithane, Sancaktepe, Kartal û Bagcilarê bi boneya salvegera banga 27ê Sibata ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînên gel li dar xist. Welatiyên ku tev li civîna Bagcilarê bûn ji ajansa me re axivîn û derbarê rapora hevpar a Komîsyonê ku hate pejirandin de nêrînên xwe anî ziman û gotin di raporê ji bo Kurdan tiştek şênber ku bê kirin nîn e.
‘Ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên şênber nehatine avêtin’
Berdevkê Herêma Marmarayê yê DBPê Îlyas Demîr bi bîr xist ku di ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re salak derbas dibe û got: “Serokatî her dem dibêje me bi gavekî dîrokî vê pêvajoyê da dest pê kir. Aliyê gelê Kurd her gav avêtiye û asta yekemîn bi dawî bû. Niha divê entegresyona demokratîk dest pê bike. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên şênber nehatiye avêtin. Rêberê gelê Kurd dil hat girtin û ev 27 sal e li Îmraliyê li ber xwe dide. Bi fikr û ramanê Serok Apo îro li Rojhilata Navîn pergalekê nû tê avakirin. Mafê hêviyê mafê herî bingehîn e û divê ev maf ji bo Serokatiyê were bicihanîn. Em li bendê ne ku di demekî nêzîk de Serokatî azad bibe.”

‘Êdî bes e, divê Serok di nava gelê xwe de be’
Kumrî Akgul jî anî ziman ku ew bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kêfxweş in û wiha axivî: “Lê em dibînin ku dewleta Tirk heta niha tu gav neavêtiye. Rêberê gelê Kurd gav avêt. Divê îro girtiyên nexweş û tevahî girtî bên berdan. Divê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Bi azadiya Serokatî dê pêvajo li pêş bikeve. Êdî bes e, divê Serok di nava gelê xwe de be.”

‘Azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e’
Sefer Kurban jî destnîşan kir ku bangawaziya Abdullah Ocalan rêyekê nû ji gelê Kurd re vekir û got: “Divê gel jî li ser vê rêya ku Serokatiyê vekiriye bixebitê û destê Serokatî xurt bike. Em dizanin ku azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e. Em hêvîdarin ku Serokatî di demekî nêzîk de azad bibe. Azadiya Serokatî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye.”

‘Ji bo aştiyê jî divê Serokatî azad bibe’
Huseyîn Arvas jî diyar kir ku divê îro tevahî girtî bên berdan û wiha got: “Divê em yekîtiya xwe di nava xwe de ava bikin. Gelê Kurd li her çar parçayên Kurdistanê divê azad bijî. Em îro sînoran nas nakin. Kurdistan ne çar parçe ye. Ji bo aştiyê jî divê Serokatî azad bibe.”











