Leşkeran li gundê Zorava yê navçeya Sûrê welatiyê bi navê Tacettîn Kardaş bi îşkenceyê binçav kirin.
Leşkera li dora saet 03.00an de bi ser mala welatiyê bi navê Tacettîn Kardaş a li gundê Zorava yê navçeya Sûra Amedê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di dema serdegirtinê de Tacettîn Kardaş tenê li malê bûye û şêniyên gund ên xwestine biçin malê hatine asteng kirin. Leşkeran piştî lêgerîna malê ya saet û nîvan gazî cîranê Tacettîn Kardaş kirine ku bibe şahidê lêgerînê û tiştên malê ser û bin kirine. Hate diyarkirin ku leşkeran di dema serdegirtina malê de li Tacettîn Kardaş xistine û ew birine Fermandariya Leşkerî ya Bajêr.
Şêniyên gund dan zanîn ku Tacettîn Kardaş li ser îxbarê hatiye binçavkirin.