Newroza Geverê ya bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin bi coşeke mezin destpêkir. Welatiyên tev li pîrozbahiyan bûne destnîşan kirin ku ew Kurd in, dê li dû doza mafên xwe bin û xwestin ev Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê destpêkir. Welatiyên Geverê yên tevlî Newrozê bûne derbarê pîrozbahiyan û daxwazên xwe axivî û wiha gotin: “Em Newroza çar aliyên Kurdistanê pîroz dikin. Bila Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û wekheviyê.”














