Nivîskar Ahmet Aktaş bi rêya Rojnameya Xwebûnê wêneyekî xwe yê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi raya giştî re parve kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 52 sal in xebat û têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê bi rê ve dibe. Heta niha gelek wêneyên wî yên bi kesên cuda û li deverên cuda hatine kişandin re tên parvekirin. Rojnameya Xwebûnê xwe gihand wêneyekî nivîskar Ahmet Aktaş li gel Abdullah Ocalan. Ahmet Aktaş yek ji gerîlayên yekemîn ê PKKê bûye. Ev wêne di sala 1983yan de li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kişandiye. Ahmet Aktaş diyar kir ku ev wêne cara yekemîn e bi raya giştî re tê parvekirin.