Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziyê Alparslan û Heno Ronak û endamê meclîsa ziman ya HDKê têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kirin ku ew ê ji bo statuya zimanê xwe li Stenbolê meşekê li dar bixin û banga tevlibûna meşê kirin.
Gelê Kurd her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi çalakiyên cihereng pîroz dike û di van çalakiyan de daxwaza statuya zimanê Kurdî dikin. Li Stenbolê îsal jî 21ê Sibatê dê pîrozkirin. Komeleya Lêkolînên Kurdî, OHD, MA Musîc, HDK û NÇM li navçeya Kadikoyê meşek li dar bixe. Meş dê pêşiya Peykera Bogayê dest bike û ber bi Îskeleya Kadikoyê ve bidome.
Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziyê Alparslan û Heno Ronak, Hevberdevkê HDKê yê herêma 3yem a Stenbolê Yavuz Dursun têkildarî meşa 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axivîn.
‘Werin em daxwazên xwe bi hev re bînin ziman’
Remziyê Alparslan ji bo meşê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Werin ji bo zimanê xwe em bi hev re bimeşin. Roja 22yê Sibatê di seat 12an de em li benda we ne. Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin. Meşa zimanê Kurdî ji bo em zexteke demokratîk li rayêdaran bikin, zimanê xwe bikin rojev û heta ku em mafê xwe bi dest bixin yek jî rêyên têkoşînê ye. 21ê Sibatê hem ji bo têkoşîna gelê Bangladeşê hem jî ji bo pêşxistina zimanan girîng e. Em ê jî vê rojê, doza zimanê xwe bikin. Werin em bi hev re daxwazên xwe yên li ser zimanê dayikê bînin ziman.”
‘Statu ji bo Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’
Heno Ronak bal kişand ser armanca meşa ku dê ji bo ziman were lidarxistin û ev tişt gotin: “Em ê di 22yê Sibatê saet 12an de li pêşiya Peykera Bogayê ya kom bibin û ber bi Îskeleya Kadikoyê vê ji bo zimanê xwe bimeşin. Statu ji bo Kurdî, perwerdeya bi Kurdî.”
‘Em ji bo zimanê dayikê tên gel hev’
Yavuz Dursun jî destnîşan kir ku Kurdî ji bo wan rûmet e û wiha axivî: “Zimanê dayikê mafê herî rewa ye. Ji bo zimanê dayikê em ê di 22yê Sibatê saet 12an de li pêşiya Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê bên gel hev. Em benda gelê xwe ne.”















