Endamê Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê Robert Garcia diyar kir ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê belgeyên girîng ên FBIyê yên îdiayên ser Serokê Amerîkayê Donald Trump û Epsteîn veşartine.
Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Robert Garcia diyar kir ku Wezareta Dadê bi veşartina belgeyên îdiayên ser destdirêjiya zarokên temen biçûk ên Donald Trump, fikarên veşartinê yên Qesra Spî zêde kir.
Demokratê payebilind yê Komîteya Çavdêriyê ya Meclisa Nûneran ya Amerikayê Robert Garcia Wezareta Dadê bi veşartina belgeyên destdirêjiya Trump tawanbar kir. Nûner Robert Garcia got ku Wezareta Dadê qeydên hevpeyvînê yên FBIyê ku bi jineke re hatibû kirin û hevpeyvîn ser destdirêjiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya destdirêjiya zarokan hatibû kirin veşartiye. Heman belgel di nava zêdetirî 3 milyon belgeyên hatine parvekirin de nehatiye belavkirin li şûna wê hatiye veşartin.
Demokratê Payebilind, Nûner Robert Garcia got ku ew vê yekê bi raporên medyayê piştrast kirine ku belgeya derbarê Jeffrey Epsteîn de ji nav belgeyên hatine parvekirin derxistine.
Herwiha Garcia bi bîr xist ku FBIyê îdiayan bi ciddî girtiye dest û bi jinekê re çar caran hevpeyvîn kiriye û da zanîn k tenê yekem hevpeyvîn hatiye weşandin, di hevpeyvîna hatiye weşandin de jî derbarê Trump de tu agahî nîn in.
Garcia derbarê mijara veşartinê de nameyekê ji Wezareta Dadê re dişîne. Nûner di nameyê de dibêje veşartina van belgeyan firakên veşartina destdirêjiyê ya Qesra Spî zêde dike.
Wezareta Dadê bersiva îdiayan kir û bilêv kir ku heke belgeyên mayî yên derbarê bûyera Epsteîn yên îdiaya veşartinê hebin, dema hate dîtin û guncav were dîtin dê werin weşandin. Her wiha Wezareta Dadê ya Amerîkayê hişyarî da û got ku li dijî Trump îdiayên bêbingeh hene.
Delîl û şahidiyên di darizandina sala 2021an ya hevpara Epsteîn de ji Ghislaine Maxwell re hatin pêşkêşkirin de xuya dike ku Trump gelek caran bi balafira Epsteîn geriyaye. Epsteîn di meîlekê de wiha nivîsandibû: “Trump ji keçan haydar bû.”












