Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Ehmet El Şerî (Muhamed El Colanî) li Şamê hatin cem hev.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan li Şamê bi Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şeri re civiya. Piştî civînê her du aliyan civîneke çapemeniyê li dar xist. Hakan Fidan niyeta xwe aşkere kir û got ku kurd di nava çareserkiyêde cih negirin. Hakan Fidan di peyamên xwe de êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û hewl da ˋHeyet Tehrîr El Şamˊ ji koordîne û hevkariya bi HSDê re bi dûr bixe û bihêle ew jî êrişî HSDê bike û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her diyalogeke navxweyî ya pêşerojê bi dûr bixe. Fidan wihagot: “Ne pêvajoya ku em temaşe bikin û bibînin e. Teqez li Sûrî cihê YPG HSDê tune ye. Ev rêxistina terorê ye. Axa Sûrî dagir kiriye. Çavkaniyên xwezayî didizin. Min di vê civînê de dît ku têkoşînali dijî PKK YPGê hûn bi biryar in.”
Serokê HTŞê jî diyar kir ku Sûriyeya siberojê qebûl nake ku tu çek li derveyî kontrola wê bin. Di 12ê Kanûn de jî serokê îstixbarata dewleta Tirk serdana Şamê kiribû û îhtîmal e Erdogan di çend rojên bê de serdana Şamê bike.