Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê Xalid Mişel diyar kir ku Xeza ya gelê Xezayê ye û Filistîn jî ya gelê Filistînê ye û anî ziman ku tevgera Hamasê dev ji çekên xwe bernade.
Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê Xalid Mişel da zanîn ku tevger dev ji çekên xwe bernade. Mişel got ev helwesta tevgerê piştî destpêkirina qonaxa 2yemîn a peymana agirbestê tê, ku çekberdana Hamasê û avakirina komîteyek navneteweyî ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê destnîşan dike. Mişel got: ” Krîmînalîzekirina berxwedanê, çekên wê û kesên ku berxwedan pêk anîne tiştek e ku divê em qebûl nekin.”
Mişel destnîşan kir ku divê Filistînî xwe bi xwe bi rê ve bibin û wiha domand: “Xeza ya gelê Xezayê ye û Filistîn jî ya gelê Filistînê ye. Em desthilatdariya biyanî qebûl nakin.” Mişel bang li Konseya Aştiyê ya Navneteweyî kir ku rêbazek hevseng bipejirîne.












