Me li Amedê ji xelkê pirsî bê ka gelo mirov rojane bi kîjan zimanî diaxivin. Di hevpeyvînan de jî derket holê ku welatî bi Tirkî diaxivin û diyar dikin ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê rojane bêtir bi Tirkî tê axaftin û ew ji vê rewşê aciz in.
Yek ji bajarên ku polîtîkayên asîmîlasyonê lê tê birêvebirin Amed e. Li Amedê hema bêje zimane rojane ji ber polîtîkaya asîmîlasyona dewletê Tirkî ye. Bi taybetî li sûkan, li bazaran û li kolanan bêtir xelkê bajêr bi Tirkî diaxive û beşek xelkê jî bi Kurdî daixive. Amed yek ji wan bajaran e ku di salên 1990î de ji ber zextên dewletê xelkê bar kir û lê bicih bûn. Nifûsa Amedê zêdetirîn ji bajarên derdorê wek Mêrdîn, Çewlig, Riha û navçeyên wê pêk tê.
Polîtîkaya asîmîlasyona dijwar a salên 80î, 90î û 2000an kir ku bandorek neyînî li ser gel bike. Ev polîtîkaya dijwar bandora xwe li ser zimanê bazar û sûkan û dikandaran jî kiriye. Li Amedê dema rojane tu li kuçe û cadeyan digerî ji sedî 90ê xelkê bi Tirkî diaxive. Ji her kesekî ku tu pirsa “Çima bi Kurdî naxivî” dikî jî ew jî dewletê di vir de berpirsiyar dibînin û dibêjin ku dibistanên Kurdî tune û zimanê Kurdî hê jî qedexe ye.
Me li kuçe û kolanên Amedê ji xelkê pirsî bê ka “Gelo xelkê Amedê bi piranî bi kîjan zimanî diaxive, bi Kurdî an bi Tirkî?” Niştecihên Amedê bi bersivên xwe ev mijar nirxandin û nêrînên xwe yên derbarê vê yekê de anîn ziman. Di hevpeyvînan de jî carek din derket holê ku gelek welatî bi Tirkî diaxivin û rêjeya ku bêtir xelk bi Tirkî diaxive radixe ber çavan.
Her wiha wek ku tê zanîn bêtirîn zarok û ciwanên bajêr bi Tirkî diaxivin û piraniya kal û pîran jî bi Kurdî diaxivin. Şêniyên Amedê anîn ziman ku zarokên wan bi Kurdî nizanin û ew ji vê rewşê aciz in û xwe biyanî dibînin. Welatiyan da zanîn ku li derve hin bêtir bi Tirkî tê axaftin û ev yek jî wan diêşîne. Welatiyan carek din banga xwedîderketin û parastina li zimanê xwe Kurdî kirin.