Bi sedan welatiyên Amûdê li hev kom bûn û bi meşek girseyî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê şermezar kirin û berxwedana HSDê silav kir. Ji bo yekitiyê jî bang li hêzên siyasî yên Kurd kirin.
Şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê bi meşeke girseyî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser herêmê şermezar kirin û piştgirî dan HSDê. Şênî ji Qada Jina Azad kom bûn, alên HSD û Rêveberiya Xweser, ala Sûriyeyê hildan. Girseyê di meşê de pankartên “Em li dijî dagirkeriyê hevgirtî bin”, “Na ji dagirkeriyê re”, “HSD hêza me ye”, “Bijî biratiya gelan”, “Bijî yekitiya Kurd, Ereb û Suryan” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” vekirin û meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Em hemû HSD ne” û “HSD’ê hêviya me ye” berz kirin.
Girse li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyek rêz girt. Piştre endamê Însiyatîfa Gel Mezher Şêxo axivî û hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir û wiha got: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, divê yekitiya kurdî were avakirin da ku emm mafên xwe di Sûriyeya nû ya nenavnedî de mîsoger bikin. Divê em bi rêya yekitiya partiyên siyasî yên Kurd destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.