Xelkê Sêrtê piştî tayînkirina qeyûm li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 3 kesên dixwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin hatin binçavkirin.
Piştî ku dadgehê 6 sal cezayê hepsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birî, Wezareta Karên Navxwe ya Tirk vê sibehê qeyûm tayînî ser Şaredariya Sêrtê kir.
Piştî tayînkirina qeyûm, polîsan saet di 06.00an de avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ketin avahiya şaredariyê û xwestin biryara tayînirina qeyûm ji bo Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî bixwînin. Lê belê hevşaredaran û welatiyên bi hawara şaredariya xwe ve hatin, bi çepik û berzkirina dirûşma “Qeyûm dizî ye, talan e” nehiştin biryar were xwendin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî hate pêşiya şaredariyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da. Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku ew ê êrişa li dijî vîna gel qebûl nekin û heta hetayê li ber xwe bidin.
Banga xwedîderketina îradeyê li xelkê kir
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî diyar kir ku ew ê desteserkirina îradeyê nas nekin û wiha got: “Tevî hîleyan jî me şaredarî bi dest xist. Desthilata ku nikaribû bi dek û dolaban şaredariyê bidest bixe, niha hewl dide bi awayek bêhiqûqî desteser bike. Ev gel çû ser sindoqan û hevşaredarên xwe hilbijart. Tişta hatiya kirin, bêrêzî û derbeya li dijî vîna gel e.” Tekîn bang li xelkê Sêrtê kir ku xwedî li şaredariya xwe derkeve.
Êriş û binçavkirin
Polîsan xwestin welatî û parlamenter, hevşaredar rêveberên DEM Partiyê û DBPê ji avahiya şaredariyê derxînin. Lê girseyê bertek nîşanî polîsan da. Vê carê polîsan êrişî girseyê kir. Di êrişê de Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiya Sêrtê Şernas Çelepkolu, Rêveberê DBPa Sêrtê Muhammed Polat û xebatkarê şaredariyê Ferhat Toprak hatin binçavkirin. Piştî êrişê, welatiyan li ser Cadeya Doganê ya li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseyê dirûşmeyên li dijî qeyûm berz kirin.