• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

    Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

    Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

    Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 8ê TEBAXA 2025an

    Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

    Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

    Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

    Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

    Polîs nahêle şîna endamê HPGê were danîn

    Polîs nahêle şîna endamê HPGê were danîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

    Ev bû sê caran berdana wî tê taloqkirin

    Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

    Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 8ê TEBAXA 2025an

    Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

    Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

    Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

    Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

    Polîs nahêle şîna endamê HPGê were danîn

    Polîs nahêle şîna endamê HPGê were danîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xerîb Hiso: Em ji bo kongreya neteweyî têkoşîneke bêhempa didin meşandin

Fexredîn Kiliç / AW

8 TEBAX 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Dosye-3: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve 

Amed – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso têkildarî rewşa yekîtiyê ya li Rojava axivî û diyar kir ku ya ku wan bigihîne pêvajoyeke biewle ew e ku ew yekrêziya xwe ya bingehîn ava bikin û got: “Ji bo kongreya neteweyî û Kurdistanî em têkoşîneke bêhempa didin meşandin.”

Li gel “Bihara Ereban” di Adara 2011an de li Sûriyeyê şerekî navxweyî dest pê kir. Hêzên serdest ji bo teşeyeke nû bidin Rojhilata Navîn şerek dan destpêkirin. Gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dijî jî ji vî şerî bi bandor bû.

Rojava ku beşa herî biçûk a Kurdistanê ye, di 19ê Tîrmeha 2012an de ji bajarê Kobanê, Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir. Çarenûsa 3 milyon Kurdan a ku bi salan di bin dagirkeriya rejîma Sûriyeyê de bûn, weke serhildaneke li dijî statukoya netewe-dewletê derkete holê û veguherî şoreşê.

Li Kobanê bi raperînên li dijî rejîma Sûriyê dest pê kir û ev raperîn li hemû herêmên Rojava belav bû. Di wê demê de hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê kirin, lê gelê Rojava li dijî hemû planên desthilatdaran xeta sêyem a netewa demokratîk parast û bi berxwedana xwe li cîhanê deng veda.

Gelê Kurd ji bo xwe bi parêze li vir Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. Dû re çeteyên DAIŞê bi alîkariya hêz û dewletên serdest di 15ê Îlona 2014an de êrişî bajarê Kobanê kir. DAIŞê bi vê êrişê re armanc dikir Kantona Kobanê û di heman demê de tevahiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê têxe bin kontrola xwe. Li dijî van êrişan gelê Kurd û dostên wan ên li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê û welatên cîhanê yên din gelek çalakî li dar xistin û kirin ku hêzên navdewletî piştgiriya berxwedana li Rojava bikin. Bi berxwedana hêzên YPGê, YPJê û alîkariya pêşmergeyên ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojava bûn di 26ê Çileya 2015an de Kobanê hate rizgarkirin û êrişên DAIŞê hatin têkbirin. Dû re Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku parastina hemû gelên li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, hate avakirin.

Ji wê rojê ve li dijî êrişan û parastina destkeftiyên li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên yekîtiya neteweyî ya Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de li Rojava ji bo ku yekîtiya Kurdan bê avakirin di 18ê Gulana 2020an de 25 partî û tevgerên siyasî di bin navê “Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd” sîwanek ava kirin. Derbarê erka vê sîwanê de daxuyaniya ku hate weşandin de hat gotin ku, wê bi navê “Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd” çalakiyên hevbeş werin lidarxistin da ku pêşketinên heyî yên derbarê yekîtiya Kurdan de bişopîne, desteyek dê nûnertiya van çalakiyan bike.

Li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 400 delegeyên ji tevahiya Kurdistanê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hate lidarxistin. Ev konferans, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdî ku bi salan e di rojevê de ye jî bû gaveke girîng. Di “Belgeya Helwesta Siyasî ya Hevpar” a di konferansê de hatiye erêkirin de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bal kişandin ser Sûriyeya demokratîk û wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”

Konferans, bi erêkirina “Belgeya Helwesta Hevpar” bi dawî bû. Di belgeya bi yekdengî hate erêkirin hem li qada Sûriyeyê hem jî li qada neteweyî ya Kurdan xwedî gelek biryaran e.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso têkildarî rewşa yekîtiyê ya li Rojava axivî.

‘Helwesta Kurdî û Kurdistanî bû yek’

Xerîb Hiso bal kişand ser konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” ku di 26ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û wiha got: “Sê meh bi ser konferansa li Rojava hate lidarxistin re derbas bû. Di van sê mehan de hinek xebat hatin kirin. Ev xebatên hatin kirin di çarçoveya avakirina şandeyeke ji hemû partiyên Kurdî yên li Rojava û kesayetên serbixwe de pêk hat. Di heman demê de civînên şandeyê jî di her wextekê de çêdibin. Encama di konferansa 26ê Nîsanê de derket pêş, ji aliyê hemû beşdarên ku di konferansê de amade bûn ve wesîqeyek (belge) hate îmzekirin. Aliyên Kurdistanî jî beşdarî vê konferansê bûn. Hem fizikî hem bi peyaman beşdar bûn. Vê jî hêzek da vê konferansê û civaka kurd û dostên wan. Ev gavên erênî bûn baş bûn. Du beşên vê wesîqeya ku hate erê kirin hene. Yek di çarçoveya Sûriyeyê de em Kurd çi dixwazin. Di çarçoveya beşa Kurdan de em Kurd divê li Sûriyeyê çawa nêzîk bibin. Dema ji bo pêşerojê em mijarên Sûriyeyê digirin dest hinek tişt jî hene bi aliyê Sûriyeyê dikeve, Sûriye çawa nêzîkî Kurdan bibe. Loma em dibêjin ev wesîqe li ser du beşan bû. Di dîrokê de cara ewil e ku konferanseke wiha çêdibe. Çavê hemû Kurdan li ser vê konferansê bû. Hemû Kurd jî bi erênî nêzîk bûn. Di vir de ji aliyê piştgiriyê ve helwesta Kurdî û Kurdistanî bû yek. Ji ber ku şert û mercên ku Kurdistan herêm tê re derbas dibe pêdivî bi tifaqekê dike ku em Kurd werin cem hev.”

‘Tifaqa 26ê Nîsanê gaveke girîng bû’

Xerîb Hiso bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoya nû de Rêber Apo jî ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî bang kir. Li ser wê esasê name şandin. Ji aliyê rewşa yekîtiya Kurdî ve ji Rojava ji Başûr re jî name şandibûn. Li ser vê bangê ev yekrêzî hate çêkirin. Aliyên ku name xwendin peyamên dîrokî xwendin û li ser wê esasê tifaqa 26ê Nîsanê hate çêkirin û ev gaveke girîng bû. Nakokiyên me, guman û şik neman. Hêviyek hate çêkirin. Demek dema mirov bixwaze li ser avakirina esasê hêviyekê em bi hev re têbikoşin bingeha wê heye. Vê konferansê jî ev zemîn ava kir. Di nava civakê de rehetbûnek da avakirin.”

‘Ji bo kongereya neteweyî em têkoşîneke bêhempa didin meşandin’

Xerîb Hiso anî ziman ku konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” ji bo hemû aliyên Kurdistanê girîng bû û ev yek anîn ziman: “Ev dibe nimûneyek. Ruxmî ewqas nakokî hebûn jî vê konferansê pêşketineke mezin bi xwe re anî. Ev jî ji pêvajoya heyî re bû zemîn. Li gorî parçeyên Kurdistanê yên din Bakur, Başûr, Rojhilat nakokiyên li vir pir bûn, nakokiyên wan zêde tune ne. An ku bingehê lidarxistina konferansan ên Kurdî û Kurdî li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heye. Ji ber ku li vê derê nakokî pir in, gihiştibû astekê ku wan nakokiyan xizmeta civaka Kurd û pêşerojê nedikirin, ji bo ku feydeyek jê bê girtin û xizmetek were dayîn me nakokiyên xwe danîn aliyekê. Konferansên çêdibin bingeha wan xweş e. Lê ya muhîm ew e ku em ê çawa van konferansan bikin biryar li ser esasê van konferansan biryara konferansa neteweyî ya giştî derkeve pêş. Ev biryar were destekkirin, kar û xebatek jê re were kirin. Berê jî li parçeyên Kurdistanê gelek konferans hatine çêkirin. Gelek civînên wiha berfireh hatine lidarxistin. KNKê gelek civîn li dar xistine. Armanca van civîn û konferansên ku tên kirin ew e ku em ber bi kongreyeke neteweyî û Kurdistanî ve herin. Dem jî vê dixwaze. Pêvajoya ku em niha tê de ne vê jî dixwaze yanî em çiqas bilez bikin, em çiqas derbarê vê yekê de têkoşîna xwe xurt bikin kesayetên ku têkildarî vê rewşê hewldanên xwe hinekî lez bikin dibe ku di demeke nêzîk de kongreya neteweyî ya Kurdî bibe rojev jî. Di vî warî de hin biryarên me hene. Ji bo kongreya neteweyî û Kurdistanî em têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Hevdîtinên me jî bi partiyên Kurdistanî re hene. Em di nava dan û standinê de ne. Em vê konferansa ku di 26ê Nîsanê de hate lidarxistin hêz bidinê bibin xwedî helwest di heman demê de jî ji bo Kurdistana giştî jî hewldanên me hene. Ez bawer im ev hewldan li Başûr û Rojhilat jî hene. Em dixwazin ava bikin bibin hêzeke avakar. Li vir jî li parçeyên din jî pêwîstî bi lezbûnê heye.”

‘Çiqasî tifaq çêbibe yekîtî ewqas xurt dibe’

Xerîb Hiso diyar kir ku yekîtî û tifaqa gelê Kurd gelek girîng e û got: “Çiqasî tifaq çêbibe ewqas yekîtî xurt dibe. Sekna siyasî û civakî zêdetir pêş dikeve. Ev jî girêdayî îradeyê ye. Dema tifaqeke berfireh tune be, helwesta mirov perçe perçe dibe nêrîn perçe perçe derdikevin. Di dan û standina dîplomasiyê de dibe ku taybetmendiyên hin parçeyan hebin bi welatên din re têkiliyê de bin. Mesele Rojava bi Sûriyeyê re diaxive, Başûr bi Iraqê re diaxive, Rojhilat û Bakur jî wiha. Lê ji bo gelemperiyê Kurdistanê komîsyon bên avakirin di warê yekîtiya Kurdan de bixebitin. Dema ku kongre pêk neyê ev dereng dimînin, dema dereng dimînin sarbûnekê di mijarê de çêdike. Loma me got em lez bikin. Vaye Ewropa yek e. Yekîtiya Ewropayê heye. Welatên Ereban di bin civata Erebî de kom dibin. Welatên misilman di bin kongreyeke îslamî de kom dibin. Çiyê me Kurdan kêm e? Çima em di bin sîwaneke Kurdistan de kom nabin? Derfetê vê heye. Em bikaribin li ser vê bixebitin di vê çarçoveyê de kongreyeke neteweyî pêk bînin. Lê di vir de dibe ku hesabên hin aliyan ên siyasî hebin lê ew hesab ne weke berê ne ji ber ku rojev hatiye guhertin. Dem hatiye guhertin. Têkilî û dan û standin çêdibin. Kurd bi welatên derdorê re yên derve re di nava têkiliyan de ne. Ya ku me bigihîne pêvajoyeke ewle ew e ku em yekrêziya xwe ya bingehîn ava bikin. Êdî kes nikare me înkar bike. Ji aliyê hebûne ve me têkoşîneke pir mezin daye. Berdelên pir mezin dane. Herkes şahidê vê ye. Dîrok şahidê vê ye. Tenê çi maye. Tenê azadî maye. Ev azadî dê çawa pêk bê. Heke em di kongreya neteweyî de werin cem hev dê di wê kongreyê de biryarên me yên ji bo azadî û aştiyê hebin.”

Sibê: Li Rojhilatê Kurdistanê ji Jin Jiyan Azadiyê ber bi yekitiya neteweyî ve.

Etîket: Abdullah OcalanKobanêKongreya Neteweyî ya KurdistanêKurdKurdistanMesûd BarzanîRojavaXerîb HisoYekîtiya Neteweyî ya Kurdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

8 TEBAX 2025
Dayîkên Aştiyê dê ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan serî li wezaretê bidin

Dayîkên Aştiyê dê ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan serî li wezaretê bidin

8 TEBAX 2025
Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

7 TEBAX 2025
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

7 TEBAX 2025
Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

6 TEBAX 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (102)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne