• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Civîna Komîsyonê qediya: Xebat 2 mehên din hat dirêjkirin

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

    Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

    Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windakiriyan Aqubeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Amed / AW

20 ÎLON 2025 - 13:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO
A A
Amed – Xizmên Windakiriyan û ÎHDê di 867emîn çalakiya xwe de aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan bi daxwaza “Winda Bêne Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, 867emîn çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de gelek nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan wêneyên kesên ku di salên 1990î de ji aliyê polîs û JÎTEMê ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin.

Serokê ÎHDê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de anî ziman ku ew her hefte ji bo winda werin dîtin û kujer werin darizandin çalakiyan li dar dixin û da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHDê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka Îbrahîm Gundem ê ku di 25ê Îlona 1991an de li gundê Qenderhel yê navçeya Hezroyê ya Amedê ji hêla leşkeran ve hatibû girtin û windakirin xwend.

‘Dewletê çawa winda kiribe bila bîne’

Xwîşka Îbrahîm Gundem Ferîde Gundem ji derheqê windabûna Îbrahîm Gundem de axavî û wiha got: “Dewletê Îbrahîm winda kir. Dewletê çawa birayê min biribe bila wisa jî bîne. Em heya windayên xwe nebînin, em ê ji vir neçin. Heya em sax bin em ê wan ji bîr nekin, em ê li Parka Koşuyoluyê bin. Bila mezelê me jî hebin da ku em biçin ser menzelê xwe.”

Daxuyanî piştî deqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û malbatên windayan di hefteya 703’yemîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Parêzvanên mafên mirovan, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiya bûn. Di çalakiyê de “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Tarim ku di Îlona 1994’an de dema ku ji mala xwe ya li taxa Kultur a navenda bajarê Êlihê ber bi nanpêjxaneyekê li taxa Pinarbaşiyê ve diçû, li Kolana Aydin Aslanê bi zorê li wesayîtekê spî hat siwarkirin û revandin.

Colemêrg

Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 193’emîn a çalakiya xwe kom bûn. Pankartên bi nivîsên “Kujer diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan ji aliyê xizmên windayan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin û li ser kiryarên kuştina Sait Akin ê di 25’ê Îlona 1995’an de li Geverê di binçavan de hat kuştin hat pirsîn.

Etîket: Alî Îhsan DemîrtaşFerîde GundemÎbrahîm GundemKomeleya Mafê Mirovan (ÎHD)Serokê ÎHDê Ercan YilmazXizmên Windakiriyan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

ÎHDa Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin

ÎHDa Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin

21 MIJDAR 2025
Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

15 MIJDAR 2025
Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

8 MIJDAR 2025
Însiyatîfa Roboskiyê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hev rû bibe

Însiyatîfa Roboskiyê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hev rû bibe

28 ÎLON 2025
Xizmên Windakiriyan li aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn

Xizmên Windakiriyan li aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn

26 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (483)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne