Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane yên ji bo windayan berdewam kirin û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya di hefteya 888emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Mehmet Mehdî Akdenîz hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20ê Sibata 1994an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê hatibû windakirin were dîtin û kujerên wî bên darizandin.
Di çalakiyê de Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz beriya daxuyaniyê axivî û bal kişand ser têkoşîna ji bo windayan û got ku heta edalet pêk neyê ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Piştre jî rêvebera ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî metna vê hefteyê xwend.
‘Winda li ber çavên malbatên xwe bi zorê hatin revandin’
Berfîn Elçî da zanîn ku di salên 90î de Mehmet Mehdî Akdenîz yê ku ji aliyê hêzên paramilîter ve hatine wenda kirin bibîr xist û got: “Piranî windayên me ji salên 90î de, li ber çavên malbatên wan bi zordarî hatin binçavkirin. Lê ew roj heta îro, me tu agahiyek derheqê windahiyên xwe de nebihîstine. bi hezaran hezkiriyên me hatin binçavkirin û bi zordarî hatin windakirin. Yek jî ji van hezkiriyên me Mehmet Mehdi Akdeniz e. Mehmet Mehdi Akdeniz, 20ê Sibata 1994an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê, wexta ku wê leşkeran avêtin ser gundê wan, li ber çavê malbat û gundiyên xwe bi zordarî hat binçavkirin. Lê ew roj heta îro me tu agahiyek derheqê wî de nebihîstine. Di 20.02.1994an de, derdora saet 14.30an de, ji aliyê leşkerên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Pasûrê ve, bi beşdariya nêzîkî 200 leşkerî serdegirtinek li gundê Karaormanê ya girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê, ku malbata Akdeniz lê niştecih e, tê pêkanîn. Dema ku beşek ji leşkeran li derdora gund disekinin, beşeke din jî dikeve nava gund. Leşker ji gundiyan xwarinê dixwazin. Ji ber ku ew dem salên ku bûyerên şewitandin û valakirina gundan bi awayekî dijwar dihatin meşandin bûn, gundî ji ber tirsa xwe neçar dimînin û daxwazên leşkeran bi cih tînin. Ji ber vê yekê, daxwazên leşkeran tên bicihanîn. Di dema serdegirtinê de, mirovên ku di malan de bûn, ji aliyê leşkeran ve tên zorê ku derkevin derve. Mehmet Mehdî Akdenîz 22 salî jî, dema ku li mizgefta mezraya Gergerê ya girêdayî gund bû, tê girtin.”

‘Dadgeh biryara binpêkirinê dide’
Berfîn Elçî anî ziman ku malbata Mehmet Mehdî Akdenîz serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê daye lê bê bersiv mane û wiha got: “Bi gelemperî, ji daxwaznameyên malbatê re bersiva nivîskî nayê dayîn. Lê belê di 11ê Gulana 1994an de, di bersiva nivîskî ya ku bo yek ji daxwaznameyên wan hatiye dayîn de wiha tê gotin, ‘Di vekolîna qeydên me yên çavdêriyê de rastî navê wî nehatiye’. Tevî ku li ber çavên bi dehan kesan hatiye binçavkirin jî, binçavkirina wî tê înkarkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdeniz ên piştî vê yekê, bê encam dimînin. Malbata Akdeniz a ku di hiqûqa navxweyî de negihişt tu encamekê, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide û dadgeh biryara binpêkirinê dide.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
BATMAN
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê jî di hefteya 724emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiyê de hat xwestin ku kujerên parêzer Metîn Can ku Serokê Şaxa ÎHDê ya Xarpêtê bû û yek ji damezrînerê ÎHDê Dr. Hasan Kaya yên ku 32 sal berê ji aliyê dewletê ve ji malên xwe hatin revandin û di şevekê de hatin kuştin bên dîtin û darizandin.
Metna daxuyaniyê ji aliye Rêveberê ÎHDa Êlihê Huseyîn Elçî ve hate xwendin.
Huseyîn Elçî diyar kir ku di 21ê Sibata 1993yan de parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya ji mala xwe ya li navenda bajarê Xarpêtê ji aliyê JITEMê ve hatin revandin û wiha got: “Rojek piştî revandina wan wesayîta wan li nêzî gomeke ajalan li bajarokê Yazikonakê yê Elazîzê hate dîtin. Paşê hate fêmkirin ku Metin Can û Hasan Kaya di zikê gomê de bi hovane hatine îşkencekirin. Piştî dîtina wesayîtê xizm û hevalên wan ên nêzîk, li pêşiya avahiya SHPê ya Elazîzê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin e. Gelek partiyên siyasî, sendîka, ÎHD û gelek rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk piştgiriyek girîng dan van grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. Dema ku ev çalakî berdewam dikirin, bi hêviya rizgarkirina Metîn Can û Hasan Kaya ji destên dewletê derbikevin. Bi Wezîrê Karên Hundir ê wê demê û Parlamenterê Aydinê, Îsmet Sezgîn re hevdîtinek hatibû kirin.”
‘Hevjînê te di rojek an du rojan de dê vegere malê’
Huseyîn Elçî di daxuyaniyê de diyar kir ku hevjîna Metîn Can, Fatma Can ku bijîşk e bi şandeyeke ÎHDê re çûbû Enqerê ye û wiha axivî: “Wezîr û nûnerên şandeyê ew pêşwazî kirin û ji Dr. Fatma Can re gotibûn, ‘Qet xem nekin, li gorî tiştên ku me bihîstiye, hevjînê te di rojek an du rojan de dê vegere malê’. Piştî van gotinan, şande vegeriya Elazîzê. JITEMê pêlavên Metin Can ên di kîsikek plastîk de li ber baregeha parêzgehê ya SHPê ku li wir xwepêşandan lê hatibû kirin û girseyeke mezin lê kom bûbû daliqand. JITEMê bi vê yekê têr nebû telefonî malên Metîn Can û Hasan Kaya jî kir û malbatên wan neçar bibin û bidin dengê îşkenceyê. Tevî hemû hewldanên rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk û raya giştî, cenazeyên wan di 26ê Sibata 1993an de di bin pira Dînarê de li nêzî Dêrsimê ku nêzîkî qereqola jendermeyan e hatin dîtin. Di dema bûyerê de di navbera Elazîz û pira Dînarê ya nêzî Dêrsimê de herî kêm pênc xalên kontrolê hebûn.”
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Colemêrgê li navçeya Geverê di hefteya 214emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Kolana Hunerê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li qûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn.
Nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Cuneyt Aydinlar xwendekarê Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê di pola 3yemîn de dixwend. Ew di 20ê Sibata 1994an de ji bo ku bi hevalekî xwe re bê gel hev çûye rawestgeha Omurê ya li navçeya Bakirkoyê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin.
Hevserokê Şaxa ÎHDa Colemêrgê Ozan Akbaş xwend daxuyanî xwend. Ozan Akbaş di hefteya 214an de bang li rayederên dewletê kir û got: “Erka xwe ya lêkolîna akûbeta Cuneyt Aydınlar, diyarkirina cihê wî ji bo malbata wî bicîh bînin. Çend sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Cuneyt Aydinlar û hemû windayan bernedin. Em ê her tim bînin bîra dewletê ku ew mecbûr e di çarçoveya normên gerdûnî yên hiqûqê de tevbigere.”
Daxuyani bi deqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.













