Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 305emîn de bi manşeta “Jiyan dema azad be bi wate ye” derket.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 305emîn de bi manşeta “Jiyan dema azad be bi wate ye” gihîşt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî hevdîtina ku di 13ê Cotmeha 2025an de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re pêk anîn derxistiye manşeta xwe. Buroya Huqûqê ya Sedsalê diyar dike ku miwekîlê wan Abdullah Ocalan gotiye: “Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje ye. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike ye. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin. Polîtîka jî, edalet jî vê ferz dike… Jiyan dema ku azad be, bi wate ye. Min berê jî gotibû. Ey jiyan’ Ya ez ê te bi rengekî azad bijîm, ya jî ez ê te qet nehatiye jiyîn bihesibînim. Mota min a jiyanê ev e, dirûşma min ev e.”
Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Serdil Akdag, Adar Jiyan, Kamûran Simo Hêdilî, Zinar Ronî, Felemez Ûlûg, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof, Dr, Abdulîllah Polat, Daxistan Payçû, Ubeydullah Serhildan Andan, Paşa Şeker, Metîn Dag, Ciwan Nebî û Lêl Amed bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.
Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîka, ziman, wêje û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.