Hejmara 259emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Muxatabê Kurdan cîhan e’ derket.
Rojnameya Xwebûn di hejmara 259an de bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û tecrîda li Ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan. Rojnameyê di manşetê de nirxandinên Hevserokê KNKê Ahmet Karamus ên der barê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, rewşa Kurdan û nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî gelê kurd derxist pêş.
Rojnameyê di surmanşetê de jî nivîsa Nivîskar Sorgul Şêxo ya “Li vir, ax ne bi avê bi xwînê tê avdan’ derxist peş û bal kişand ser şoreşa ku jin pêşenga wê dike.
Di binmanşetê de jî rojnameyê cih da analîzek kirmanckî ya der barê Zindana Amedê de.