Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025an diyar kir” bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriye parve kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku ev xal dê bibin nexşeya çareseriyê ya 2025an.
Hejmara 264an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025an diyar kir” derket. Rojnameyê cih da analîza nivîskar Felemez Ulug ku li ser geşedanên 2024an radiweste û balê dikişîne ser sala 2025an ku paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo vê salê rê nîşan bide. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Mîrateya berxwedanê hiştin” cih nûçeya rûpela jin a der barê 6 jinên ku li Sîlapiya û Parîsê hatin kuştin û mîrateya ku li pey xwe hiştine.
Rojnameyê di bin maneştê de jî bi sernavcê “No vengê aştî û demokrasî yo” cih da hevpeyvîna ku bi kirmanckî ku bi Hevserokê TOD-DERê Murat Kan re çekine.