Rojnameya heftane a Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket û li ber destê xwîneran e.
Hejmara 298an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” li ber destê xwîneran e. Rojname vê hefteyê bi manşeta xwe balê dikişîne ser aştiyê. Rojnameyê bi derûnnas Mirat Burtakuçînî re hevpeyvîn kiriye û ev hevpyevîn hildaye manşeta rojnameyê.
Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 298emîn de di rûpela 2yemîn de cih da nivîsa Guhara Hesen û nûçeya Xecê Şen a li ser dîroka çapemeniya azad û guhertinên ku jinan di çapemeniya giştî de pêk aniye.
Di rûpela 3yemîn de nûçe li ser mafê hêviyê û parastina çandê hatin amadekirin. Di rûpela 4emîn de hevpeyvîn bi psîkolog Mirat Burtakuçinî hat amadekirin.
Di rûpela 6 û 7an de nivîskar Kurdistan Lezgiyeva, H. Halît Alaçati, Felemez Ulûg, Cahît Kirkkazak û Medenî Ferho bi nivîs û analîzên xwe di vê hejmarê de cih girtin.
Di rûpela 8emîn de Ahmet Aktaş li ser şerê Rojhilata Navîn û Siyabend Aslan jî li ser şîn û şîngirtinê nivîsî.
Di rûpela 9an de Ahmedê Bira û Mehmet Şahîn nivîsîn.