Xwendekarên Zanîngeha Geşepêdanên Mirovî bertek nîşanî daxuyaniya Elî Qeredaxî dan û gotin: “Divê di nav 48 saetan de ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.”
Zêdetirî 2 hezar xwendekarên ji hemû kolej û beşên Zanîngeha Geşepêdana Mirovî ku yek ji zanîngehên taybet ên li Silêmaniyê ye, bi daxuyaniyekê hêrs û nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Elî Qeredaxî dan ku xwediyê zanîngehê ye.
Di daxuyaniyê de xwendekaran gotin ku wekî zarokên vî welatî, ew ê tu gotinên neheq ên li dijî neteweya xwe qebûl nekin.
Xwendekaran ji bo vekişîna helwestên xwe 48 saet dan û tekez kirin ku ger lêborînek neyê xwestin, wê boykotek seranserî îlan bikin û destûr nedin ku di dibistan û holên zanîngehê de wane bên dayîn.













