• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Li Pasûrê ji bo 16 cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Li Pasûrê ji bo 16 cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Serê Solan bûye rêya mirinê: Sude Ezgî Degîrmencî jiyana xwe ji dest da

    Li Pasûrê ji bo 16 cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Li Pasûrê ji bo 16 cangoriyan bîranîn hate lidarxistin

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    OHD: Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em tev li mitîngê bibin

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

    ‘Bila 2026 bibe sala azadiya girtiyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

Amed / AW

26 KANÛN 2025 - 14:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê di salvegera 14emîn de qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê bi meş û daxuyaniyê bibîr anîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komkujiya Roboskiyê, kaxezê tûrnusolê ya vê pêvajoyê ye. Heya ku faîlên vê komkujiyê neyên darizandin û edalet pêk neyê, mayîndekirina aştiyê jî ne pêkan e.”

Li gundê Roboskiyê yê ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê ve 34 kesên ku ji wan 19 zarok bûn di bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê de hatibûn kuştin. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ber kantîna Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn û xwestin heya ber Fakulteya Fenê ji bo bîranîna qurbaniyan bimeşin. Di destpêka meşê de polîsan xwendekar dorpêç kir û paşê êrişî xwendekar û rojnamegerên ku meşê dişopandin kir.

Xwendekaran nerazîbûn nîşanî êrişê da û polîs neçar man ku destûra meşê bidin. Xwendekaran pankarta “Birîna Roboskî birîna me ye bîranina wê roniya me ye” vekirin. Di meşê de bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Komkujiya Roboskî nayê bîrkirin”, “Ciwan dimeşin erd û ezman diheje” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyanî li ber derê Fakulteyê Fenê hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî Sîdar Kîye xwend, daxuyaniya bi Kurmancî jî Hozan Nas xwend.

‘Kujerên Roboskî bê ceza hatin hiştin’

Hozan Nas anî ziman ku Komkujiya Roboskiyê ne xeteyek bû û got: “Şeva 28ê Kanûna 2011an de, li gundê Roboskiya ya girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê, 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn, yên ku ji bo debara xwe bazirganiya sînor dikirin, bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatin qetilkirin. Ev ne ‘xeteyek’ bû; ev encama polîtîkayên înkar û şer ên sîstematîk û mînaka herî dawî ya polîtîkayên şer ên li ser gelê Kurd bû. Ev 14 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Di salvegera 14emîn a komkujiyê de jî hawar dayikan hîna di guhên me de ne. Edalet hîna pêk nehatiye. Serdozgeriya Leşkerî got ‘xeteyeke mecbûrî’ bû û daraza sivîl dosyeyê girt, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hate redkirin. Bêcezahiştin berdewam dike; faîl tên parastin. Roboski, wekî xelekek ji zincîra komkujiyan a ku ji 33 Guleyan heta Dersimê, ji Pirsûsê heta Garê Enqereyê dirêj dibe, bêceza ma.”

‘Komkujiya Roboskiyê kaxeze tûrnusolê ya pêvajoyê ye’

Hozan Nas diyar kir ku sala 2025an bûye sala hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û ev hêvî ji nû ve şîn bûye û wiha got: “Bi bangên aştiyê yên birêz Abdullah Ocalan, biryara PKKê ya çekdanînê, komîsyona ku di Meclîsê de hate avakirin û pêşveçûna rewşa bêşerî, di ‘Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk’ de gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo xwedî potansiyeleke wisa ye ku rêya aştiyê vedike û rêya şer digire. Lê belê, aştiyeke rastîn bêyî hevrûbûna komkujiyan û bi dijî derketina heqîqatan re ne pêkan e. gotina ‘aştiyê’ dê kêm bimîne. Hewldanên aştiyê yên 2025an, ji bo dermankirina birînên mîna Komkujiya Roboskiyê fersendeke bêhempa ye. Divê bêcezahiştin bi dawî bibe ku komkujiyên nû çênebin; divê komîsyonên heqîqetê werin avakirin ku lihevhatina civakî pêk were.”

‘Rêya aştiyek mayînde di Roboskiyê re derbas dibe’

Hozan Nas di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku rêya aştiyek mayînde li ser vê axê, di Roboskiyê re derbas dibe û wiha got: “Banga me ew e ku em wekî mirovên xwedî wijdan; me Roboski ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin! Hemû berpirsên komkujiyê, leşker, sivîl, siyasî, werin darizandin û cezakirin! Di pêvajoya aştiyê ya 2025an de heqîqeta Roboskiyê bibe navend. Divê hevrûbûnek bi komkujiya Roboskî çêbibe û edalet pêk were! Pirsgrêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin; dawî li polîtîkayên şer were anîn! Em bejna xwe li ber bîranîna 34 qurbaniyên Roboskiyê bi rêzdarî ditewînin û êşa malbatan parve dikin. Werin em hêviyên aştiyê yên 2025an bi edaleta Roboskiyê tacîdar bikin ku careke din zarok bi bombeyan nemirin. Ji bîr neke, nede jibîrkirin! Ji bo edaletê, ji bo aştiyê bibe deng!”

Etîket: Komkujiya RoboskîXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bibîr anîn

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bibîr anîn

26 MIJDAR 2025
Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

22 COTMEH 2025
‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

15 COTMEH 2025
Bakirhan: Heke pêvajoyeke nû bibe divê ewilî kujerên Komkujiya Roboskî bên cezakirin

Bakirhan: Heke pêvajoyeke nû bibe divê ewilî kujerên Komkujiya Roboskî bên cezakirin

28 KANÛN 2024
Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

28 KANÛN 2024
Dosyeya Roboskî 2 sal in li AYMê ye

Dosyeya Roboskî 2 sal in li AYMê ye

27 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (525)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne