Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan xwest têkildarî kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan xwest têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku li rojavayê Kurdistanê di encama êrişa SÎHAya Tirkiyeyê de hatin kuştin, pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisê kir û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.
Parlamenter Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku Tirkiyeyê bi kuştina rojnamevanan re sûcê şer kiriye û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
Di pêşnûmeyê de hat xwestin, Komîsyona bê avakirin li ser kuştina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, girtin, binçavkirin û lêpirsînên li ser rojnamevanan lêkolînê bike.