• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Yek ji berxwedêrên Zindana Amedê koça dawî kir

Mêrsîn / AW

14 NÎSAN 2025 - 10:46
Kategorî: ROJANE
A A
Cûma Çat ê ku di dema Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de li Zindana Amedê hatibû ragirtin, koça dawî kir. Kurê wî hunermend Kadîr Çat got ku bêyî dewlet lêborînê bixwaze ew berxwedêr yek bi yek koça dawî dikin.

Cûma Çat ê ku di Berxwedana Hîlwanê a salên 1978-79an de cih girtibû û piştî Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî hate girtin û li Zindana Hejmar 5an a Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabû. Cuma Çat di 83 saliya xwe de li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê ku lê dihat tedawînkirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Cuma Çat dê li Goristana Karaduvara a Mêrsînê were veşartin û şîna ji bo wî jî dê li Taxa Çay a Mêrsînê bê danîn.

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat têkildarî wefata bavê xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dijital ragihand ku bavê wî Cûma Çat yê ku di Zindana Amedê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabû jiyana xwe ji dest daye.

‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’

Kadîr Çat ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bavê wî Cuma Çat di Zindana Amedê de şahidiya gelek îşkenceyên giran kiriye û îşkenceyê dijmirovî li wan hatiye kirin. Kadîr Çat anî ziman ku bavê wî şahidê zindî yê îşkenceya li Zindana Amedê bû û wiha got: “Temenê wî têr nekir û çavê xwe li vê dinyayê girt û bar kir. Ew li gel Kemal Pîr jî di zindanê de maye. Kedek dan, ji bo îro ked dan. Pêvajoya îro bi ked û têkoşîna wan derket holê. Her cure îşkence li wan hat kirin. Her çiqas dewletê îşkence li wan kir jî lê serî netewandin û li ber xwe dan. Her çiqas dewletê lêborînê nexwest jî lê berxwedanê dewam kir. Divê dewletê lêborîn ji mexdûrên îşkenceyê bixwesta. Lê nexwest. Bêyî dewlet lêborînê bixwaze ew berxwedêr yek bi yek koça dawî dikin. Ji niha şûn ve divê dewlet komîsyonekê ava bike û lêborînê ji malbatên kesên îşkence li wan hatiye kirin û ji berxwedêran bixwaze.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

30 HEZÎRAN 2026
Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026
YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

30 HEZÎRAN 2026
Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

30 HEZÎRAN 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne