Amed – Rojhilata Navîn îro mîna qadeke kişikê ye ku her gava li ser tê avêtin, bandoreke rasterast li ser pêşeroja gelê Kurd dike. Êdî siyaseta Kurd baş fêm kiriye ku bêyî yekîtiyeke stratejîk, di nav gengeşiya Rojhilata Navîn de parastina destkeftiyan ne pêkan e. Lê belê, tevî vê hişmendiyê jî, pirsa ku di serê her Kurdekî de cih digire hîna bersiva xwe nedîtiye. Gelo çima yekîtiya siyasî ya Kurdan pêk nayê?
Dîroka Kurdistanê bi peymanên ku li pişt deriyên girtî û di odeyên tarî de hatine morkirin bi qedera Kurdan lîstiye. Ji sala 1639an û Peymana Qesrê Şîrîn heta xêzên Sykes Picot ên sala 1916an, axa Kurdistanê mîna qumaşekî bê xwedî di navbera împaratorî û dewletên netewe de hat parçekirin. Ev parçekirin ne tenê li ser nexşeyan, lê di jiyana civakî, aborî û derûniya gelê Kurd de jî birînên kûr vekirin.
Xeta berxwedanê
Ehmedê Xanî di sedsala 17an de, gava ku împaratoriyên Osmanî û Sefewî axa Kurdistanê dikirin qada şerê xwe, birîna herî kûr a Kurdan dîtibû. Ev jî bêyiîttîfaqî ya Kurdan bû.
Tevî ku bi xêzên Brîtanya û Fransayê Kurdistan bû çar parçe, gelê Kurd li hemberî vê dabeşkirina bi zorê tu carî serî netewand. Ji Şêx Seîd heta Qazî Mihemed, ji Mele Mistefa Barzanî heta Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava, xeta berxwedanê her tim zindî ma. Îro li her çar perçeyan, gelê Kurd bi berdêlên giran li ber xwe dide û ev berxwedan bûye sedem ku pirsa “Çima yekîtiya siyasî pêk nayê?” careke din bi tundî bikeve rojeva siyasetmedaran.

Çi guherî?
Piştî hevdîtinên dîplomatîk ên dawî yên li Parîsê, di nava raya giştî ya Kurd de fikarên mezin çêbûn. Ev hevdîtin wekî plana dorpêçkirina destkeftiyên Kurdan tên nirxandin. Bi lihevkirina li Parîsê, bi piştgiriya Dewleta Tirk êrîşên li ser Rojava zêde bûn û Kurdan careke din bi çavên xwe dît ku qedera wan çawa bi hev ve girêdayî ye. Heke Rojava bikeve, Başûr dê bê parastin bimîne; heke Bakur lawaz bibe, vîna her sê parçeyên din dê were şikandin. Ev rewş li Kurdistanê wekî hewldana nûjenkirina Sykes Picot tê dîtin. Armanc li vir pir eşkere ye. Bi serkêşiya dewleta Tirk ve dixwazin destkeftiyên Kurdan ên deh salên dawî tune bikin û piştre dorpêçkirina herêma Başûrê Kurdistanê.
Êrîş li dîwarê yekîtiya civakî ket
Kurd ber bi qonaxeke dîrokî ve diçin. Ev daxwaza Xanî ya ji bo yekîtiyê, îro li kolanên Amed, Qamişlo, Mahabad, Hewler û Silêmaniyê zindî dibe. Li seranserê Kurdistanê û li Ewropayê, bi milyonan Kurd herikîn qadan û bi yek dengî qêriyan, “Yek e, yek e, Gelê Kurd yek e, Kurdistan yek welat e” Ev helwesta gel, hesabên qirêj serûbin kirin. Daxwaza Yekîtiya Neteweyî bû dengê hevpar ê kolanan. Gelê Kurd yekîtiyê êdî ne wekî tercîhekê, lê wekî pêdiviyeke man û nemanê dibîne. Dirûşma “Yek gel, yek welat” nîşan dide ku gelê Kurd êdî sînorên di hişê xwe de rakirine û yekîtiyê wekî mertalê parastinê yê herî xurt qebûl dike.
Astengiyên li pêşiya yekîtiya siyasî
Tevî ku gel di dil û hişê xwe de yekîtî ava kiriye, çima ev yek di asta fermî de nayê morkirin? Çar sedemên sereke wekî astengên bingehîn derdikevin pêş:
Dewletên ku axa Kurdistanê di navbera xwe de parve kirine, yekîtiya Kurdan wekî metirsiya hebûnê xwe ya herî mezin dibînin. Partiyên Kurd ji ber şert û mercên jeopolîtîk, neçar mane ku bi van dewletan re têkiliyên aborî an dîplomatîk deynin. Tirkiye û Îran vê yekê wekî kozekê li dijî yekîtiya Kurdan bi kar tînin. Her gava ku nêzîkbûnek çêdibe, bi zextên aborî an gefên leşkerî pêşiya wê digirin û her wiha nakokiyên navxweyî ji aliyê van dewletan ve wekî kozekê tên bikaranîn.
Berjewendiyên partiyan
Hin partiyên mezin, berjewendiyên xwe yên partîtî an jî malbatî di ser berjewendiyên neteweyî re digirin. Tirs û fikarên li ser parvekirina desthilatê û kontrolkirina çavkaniyên aborî, nahêlin ku civînên neteweyî ji asta daxuyaniyan derbasî qonaxa pratîkî bibin.
Cudahiyên Îdeolojîk
Di navbera modelên mîna “Konfederalîzma Demokratîk” û “Netewe Dewleta Klasîk” de nîqaşên kûr hene. Tevî ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan caran bang li hemû aliyan kir ku li ser bingeheke neteweyî li hev bicivin lê bele hîna encameke şênber û mayînde nehatiye girtin.
Hêzên hegemon
Hêzên hegemonîk Kurdan wekî hevalbendên demkî dibînin. An li gor berjewendiyên xwe ye taqtîkî li civaka Kurdan dinêrin. Ew naxwazin sînorên herêmê bi temamî biguherin da ku berjewendiyên wan ên bi dewletên herêmî re neyên xerabkirin. Ev yek dibe sedem ku her tim Kurd mina civakek çandî bi dîtin. Ev jî nahêle Kurd bi vîna xwe ya xweser yekîtiyeke siyasî ava bikin.

Gelo yekîtiya sîyasî mimkun e?
Rewşa heyî nîşan dide ku aktorên siyasî yên sereke jî êdî fêm dikin ku rêyeke din tune ye. Daxuyaniyên dawî yên Hevserokê Konseya Revebêriya a KCKê Cemîl Bayik ên derbarê avakirina platformeke neteweyî û daxuyaniya Seroke PDKê Mesûd Barzanî ya ku got, “Yekîtiya neteweyî divê mezin bibe”, nîşaneyên girîng in.
Siyasetmedarên Kurd niha di bin zexta dîrokî de ne. Heke di vê serdemê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, Kongreya Neteweyî neyê avakirin, dibe ku sedsaleke din jî bi windahiyan derbas bibe. Heke Kurd li her çar perçeyan Kongreya Neteweyî ava bikin, dê qada navneteweyî neçar bimînin ku Kurdan wekî aktorekî yekgirtî yê herêmî qebûl bikin. Parastina hevpar û dîplomasiya yekdeng, dê rê nede ku hêzên hegemon Kurdan tenê wekî hevalbendên demkî bibînin; dê wan neçar bike ku Kurdan wekî aktorekî stratejîk qebûl bikin.













