Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ewropayê (YE) Hêzên Parastina Şoreşa Îranê (Pasdaran) bi awayek fermî dêxe lîsteya rêxistinên terorîst. Ev biryar wekî bersivek li kuştina xwepêşanderan li Îranê hate girtin.
Li Îranê piştî xwepêşandanên gel û li dijî wan terora dewletê pertekên li cîhanê her diçin zêde dibin. Di çarçoveya bertekan de biryareke girîng ji Yekîtiya Ewropayê hat.
Li gorî nûçeya ajansa BBC, Temsîla Bilind a YEyê ji bo Karûbarên Derve û Ewlehiyê Kaja Kallas, piştî civîna wezîrên karûbarên derve yên welatên endam li Brukselê got ku wan gaveke bi biryar avêt û destnîşan kir ku divê tundiya Îranê bê bersiv nemîne.
Kallas, berî ku ev biryar were ragihandin got ku vê gavê wê pasdarên Îranê, ku li Îranê hêzeke girîng a leşkerî, aborî û siyasî ye, li heman astê bi rêxistinên cîhadî yên wek El-Qaîde û DAIŞê re bêxe yek rêzî.
Bi hezaran welatî hatin qetilkirin
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di mehên Kanûn û Çile de, di dema xwepêşandanên ku bi heftan dom kirin de bi hezaran kes hatine kuştin. Van kuştinan bi giranî ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatine kirin û tê de rola hêzên pasdarên Îranê jî tê nîşandan.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot, di axaftina xwe ya li Brukselê de, ev rewş “çewisandina herî tund a di dîroka nûjen a Îranê de” binav kir û got ku “van sûcan divê bê ceza nemînin.”
Fransa siyaseta xwe guherand
Li gorî nûçeya BBCyê Fransa berê bi hêrs û xemgîniyê nêzikî vê biryarê bû, ji ber ku ew ditirsî ku têkiliyên dîplomatîk bi Îranê bi temamî were birrîn. Lê roja Çarşemê Fransa siyaseta xwe guhert û destnîşana xwe ji destpêşxistina ku bi pêşengiya Îtalya ve tê rêvebirin, ragihand.
Kaja Kallas di daxuyaniyeke kurt a li ser torên civakî de got: “Her rejîmek ku ji gelê xwe bi hezaran kesan dikuje, bi rastî dawiya xwe amade dike.”













